MILETÊ KOHÎ ÇI KES IN?

MILETÊ KOHÎ ÇI KES IN?

Nivîskar: Zeynelabidin Zinar

Çendî ku programa WIKIPEDIAyê jî hine behsa KOHIyan kiriye û wan bi navê Hohis bi nav kiriye, axa wan ji Rûsyayê bigir Guristana îro, Canika Orduyê ya Anatolyayê di binê desthelatiya qiraliyeta wan de bûne û wek dewlet jî bi hêz bûne.
Ji wî miletî re hin navên cuda cuda li wan hatiye gotin:
. Lazan gotiye MOLXA.
. Abaza gotiye KOLHIDA.
. Gurcan gotiye KOLHETÎ.
. Urartuyan gotiye QULHA.
. Kurdan jî gotiye KOHÎ.
Di mîtolojiya KOHIyan de gelek tiştên ku dişûfin mîtolojiya Kurdan hene:
. Ji KOHIyan re Welatê Rojê hatiye gotin. Ji Kurdistanê re jî welatê Rojê hatiye gotin.
. Li ba KOHIyan Çiyayên Qaf dawiya dinyayê ye. Di Çîrokên Folklora Kurdî de jî eynî tişt hatiye gotin.
. Di mîtolojiya KOHIyan de, Keçika Zêrîn heye. Çîrokek di Follora kurdî de bi navê Zeyna Zêran heye.
. Di mîtolojiya KOHIyan de Teyrê Sîmir ku li çiyayê Qaf dihêwire. Eynî wisa di çîrêkên Folklora Kurdî de jî hêlîna Teyrê Sîmir li Çiyayên Qaf e.
. Di mîtolojiya KOHIyan de, marekî mezin heye ku xwe li dora bajar û herêman geredor dike. Di Çîroka Abidê Şkeftê de jî eynî mar heye.
. Di mîtolojiya KOHIyan de, KOHI perestinî ji rojê re dikirin. Perestiniya ji Rojê re pêşî ji Kurdan dest pê kiriye.
. Lehengên KOHIyan jî, mîna lehengên Çîroka Kurdî Mîrze Mihemed û Rostemê Zan bi navûdeng bûne.
. Di kurdiya kurmancî de KO navê çiya ye. Mînakên wê pir in, weke KOsor, KOyê û gwd. HÎ an jî YÎ, peyrewên çiya ye. Yanî KOHÎ çewa ku niha tê gotin ÇIYAYÎ.
Gelo dibe ku ev KOHÎ ji nijada ARÎ bin an jî wek Belûcan pismamê Kurdan bin?
Bi hêviya lêkolîneke berfireh li ser KOHIyan…
22/ 11/ 2023. 03:34
XELAT