Bi Kurmanciya Gewir/2

Bi Kurmanciya Gewir/2

Nivîskar: Konê Reş

Di temenê 9-10 salî de me zarokên gund di navtar, ber dîwaran û ser bênderên gund de, bi gelek lîstik û yariyên Kurmancî dilist..

Ji yên ku têne bîra min: Çavgirtînkê, Hitkê, Botka Şivana, Babûtan, Tûştê, Çirê, Mila bera Kîka dan.. Jixwe lîstikên xar û kaban bi gelek cureyan dihatin listin wek: Xêzê, Sîrê, Guhkişînkê, Qulapê, Cuga..

Di sala 1960î de, çûm dibistanê. Dibistan di camiya Şêx Behyedînê Zîlan de bû, li başûrê gund diket. Ji du odeyan pêk dihat û bîrek avê li pêşiya wê hebû..

Zarokên gundê Sada, Bilêqiyê, Til Kêfê, Gundik û Xerabkortê jî dihatinê ji bo xwendinê.

Kesî ji me zarokan bi zimanê Erebî nizanîbû.. Em bi kirasê xetxetî bûn, centeyên me teneke bûn, me ji wan re digot Bahol, em ji mamoste ditirsiyan..

Axaftina bi Kurdî qedexe bû, yê axifî ba divîbû 5 qurûşan bide..

Gelek zarok ji ber nezaniya zimanê Erebî û tirsa mamoste ji dibistanê direviyan û xwendina xwe temam nedikirin..

Dema ku mamoste bihata maleke gundiyan, doşek jê re radixistin, herweha ew doşek ji cendirmeyên qereqola gund re jî dihat raxistin..

 

12.9.2024

XELAT