ŞIKANDINA GÛZAN
Nivîskar: Zeynelabidîn Zinar
Dibêjin, pîrejinek û kurekî xwe hebûne.
Kurê Pîrê her şev diçû civatê û heta derengiya şevê nedihat malê. Diya wî jî mereq dikir, heta kurê wê nehata ranediza.
Berê li gundan her şev, gundî li malekî kom dibûn û ji hevûdu re çîrok û meselok û leqemok û wekî din gotinok digotin. Heta derengiya şevê diman û piştre her kes diçû mala xwe.
Kurê Pîrê çi dema ku diçû malê, Pîra diya wî her şev jê dipirsî, digot:
. Kurê min, çivatok çi xeberok?
Pîrê her şev, her şev wê pirsê ji kurê xwe dipirsî.
Kurê wê jî pir zêvir bûye û şevekê kurê gotiye diya xwe:
. Li civatê digotin: Hakimê welêt ferman daye ku çi pîra 20 gûz bi diranên xwe bişikêne, wê dide mêr.
Kurê Pîrê serî xistiye xewê û razaye. Sibehê dema ji xew rabûye, dîtiye ku xirtexirt ji diya wî tê, gotiye:
. Dadê tu çi dikî?
Pîrê gotiye:
. Kurê min ez guz bi diranên xwe dişikênim.
Kurik gotiye:
. Dadê te çend gûz şikandiye?
Pîrê gotiye:
. Heke ez vê bişkênim, dimînin 19.
Tu nabêjî, piştî ku kurê Pîrê razaye, wê 20 gûz anîn û yekê xistiye devê xwe, heta sibehê jî ew yek neşikandiye.
Îcar hin kes hene dixwazin hin îş bikin, lê ji wan nayê.
Xwedayê mezin alîkariya me hemiyan bike.
Her şad û bextewer bin…
11/ 10/ 2024
XELAT
