Amêdî yek ji şûnwarên mîrnîşîna Behdînan e
Bajarê Amêdî bajarekî kevne û beşeke ji şaristaniyeta Mîzopotamyayê ku çendîn şûnwarên giring heye û her yek ji wan jî taybetmendiya dîrokî ya bi xwe ve heye.
Yek ji şûnwarên bi nav û bang yên Behdînanê deriyê wê yê serekî yê kevne. Ew derî jî hevşêweyê kelhekê ye û li ser girekî kevirîn hatiye avakirin, her weha wek hêlîna balindeyekê yê bilinde û berê wê li gelî ye.
Li gorî çavkaniyên dîrokî, avakirina deriyê ketina bajarê Amêdî dîroka wê vedigere bo serdema desthilata Îmadedîn Zengî Selçûqî di sala 1146`an yê zayînî de.
Bajarê Amêdiya kevin ji du deriyên serekî pêk hatiye, ya yekemîn bi deriyê (Zêbar) tê naskirin û berê wê li rojhilate ku di salên 1970`an yê jinavçûye. Ya duyemîn jî deriyê (Mûsilê) ye ku heta niha wek xwe maye û taybet bûye bi rêbwaran û bazirganan û karwanciyên bajarê Musilê.
Hêjayî bîranînê ye ku, Amêdî bajarekî Kurdî yê dêrîne ku li ser çiyayekî bilind hatiye avakirin bi awayê bazineyî û wek kelhekê , dîroka avakirina wê vedigere bo nêzîkî 5 hezar sal berê, herweha 57 şûnwarên fermi û 300 şûnwarên ne fermi têde hene, hin ji wan hatine nûjenkirinê.
Piştî rûxana mîrnişînên Kurdî ku di nava wan de jî mîrnişîna Behdînan (di peymana Erzromê ya duyemîn) de di sala 1847`an di navbera Osmaniyan û Sefewiyan de bi çavdêrî û Amadebûna Brîtanya û Rûsya.
Di sala 1864`an de, Amêdî bûye navçe û ser bi wîlayeta Mûsil bûye, hevdem wek paytexta mîrnişîna Behdînanê roleke giring hebûye di serdemên cuda de, bi taybetî jî çend sedeyek baregeha mîrên mîrnişîna Behdînanê bûye û di sala 1376 -1843 zayînî de mîrnişîn hukimdarê deverê bûye.
Raport: Kurdistanî Nwê/ Eyaz Herkî

XELAT
