Li Amedê Navenda Zanistî ya El Cezerî tê avakirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li navbera Bulvara Diclekentê û Bulvara Mezopotamyayê, li ser qada 80 donimî, bi navê El Cezerî yê ku wek endazyarê pêşîn ê cîhanê tê qebûlkirin û zanyar, îcadker û endazyarê Cizîrî ye, Navenda Zanistî ya El Cezerî ava dike.
Navenda Zanistî ya El Cezerî, dê wek cihekî ku hemwelatiyên ku li Amedê dijîn karibin xebatên zanist û teknolojiyê lê şekil bidin û di heman demê de bêhneke rehet lê bistînin, ji bo xizmeta hemwelatiyan bê pêşkêşkirin.
El- Cezerî kiye?
Îsmaîlê Cizîrî di sala 1136an de li herêma Cizîra Bota ya bakûrê Kurdistanê hatiye dinyayê. Di sala 1233an de li Cizîrê wefat dike.
Li gorî malpera Wikipediya navê wî bi temamî (Ebûl-Îz Îsmaîlê kurê Rezazê Cizîrî) ye. Ebûl-îz bernavkekî wî ye, carna wek Ebûl-Îzê Cizîrî û Cizîriyê Kurdî jî têye nas kirin. Ji ber xebatên wî yên girîng jê re "Bedîuzeman" (Rindê Zemenê) gotine . Li Rojavayê jî bi navê Al-Jazari an Ismail al-Jazari tê naskirin. Abdullah Yaşın li ser jiyana wî xebat kiriye û dibêje Cizîrê zimanê kurdî, erebî û farisî jî dizanibû.
Îsmaîlê Cizîrî li taxa Tor a Cizîrê ji dayik hatiye dunyayê. Ew demekê li Amedê jiyaye û bi xebatên xwe yên zanistî bandoreke mezin li ser zanista robotê kiriye û bingeha zanista robot û sîbernetîkê avêtiye.
Ew endazyarên dema xwe yê herî mezin bûye ku pirtûka wî gelek jî hezkirî bûye. Nîşaneke vê hezkirîbûn pirtûka wî ew e ku gelek kopiyên wê (15 heb) li gelek pirtûkxaneyên cîhanê hene.
Îsmaîlê Cizîrî perwerdeya xwe ya destpêkê di medreseyên kurdî de qedand. Li van medreseyan bêhtir li ser fizîk û sîbernetîkê sekinî û heta roja me jî gelek îcadên ku hê ne hatine dîtin keşif kirin û di dema xwe de xistin xizmeta mirovahiyê.
"Pirtûka li ser Zanîna Hîleyên Endazyaranî". Îsmaîlê Cizîrî ev pirtûk bi fermana Qere Erselanê mîrê Amedê li sala 602ê (koçî (1206ê zayînî) nivîsiye.
Cizîrî di pirtûka xwe de behsa çêkirina 50 amûran dike ku hemî jî ji dahînanên wî bi xwe ne. Pirtûka wî ji şeş beşan pêk tê.
Di beşa pêşîn de deh tarîfên cuda yên di derbarê çêkirina saetên avê de hene.
Di beşa duyem de derbarê çêkirina hin firaqan deh tarîfên cuda hene.
Di beşa sêyem de ji bo çêkirina misîn û amûrên destnimêjê û tasan, deh tarîfên cuda hene.
Di beşa çarem de di derbarê çêkirina hewz, fiskiye û çêkirina otomatên muzîkê de deh tarîf hene.
Di beşa pêncem de pênc tarîfên di derbarê amûrên ku ava çalên ne gelek kûr û agahiyên ava zêdekirina çemekî de hene.
Di beşa şeşem de pênc tarîfên derbarê şiklên ku naşibin hev û agahiyên çêkirina hene. Bi kurtasî di pirtûka wî de agahiyên di derbarê saeta avê, aman û avhilavêjên xwekar û otomatîk, amûrên avdana ji robar û cokan, amûrên lêdan û jenîna xwekar û otomatîk a bilûrê de hene.
Cizîrî wekî bavê robotan tê nasîn ji ber ku wî robotê herî pêşîn ji bo jenîn ango lêdana bilûrê çêkiriye.
XELAT