Çima dengbêjên bavê min?

Çima dengbêjên bavê min?

Nivîskar: İkram Oguz

Bavê min mirovekî bewermend û oldar bû.

Bi karê ajalvanî û cotkarîyê debara mala xwe dikir. Di demsala zivistanê da weke hemû gundîyan karê wî kêm, dema wî ya vala jî zêde dibû. Dema xwe ya vala bi xwendina Quranê û bi guhdarîkirina kilam û stranan va derbas dikir.

Rû bi rû neditiba û di civata wan da cîh negirtiba jî, dengê hemû dengbêjên Serhedê nas dikir û bi kêf û hezkirin li kilam û stranên wan guhdarî dikir.

Di nav dengbêjên wî yên hezkirî da, gelek dengbêjên jin jî hebûn, ku dengê wan ya ji Rewanê ya jî ji Bexdayê bilind dibûn û li gundê me jî olan didan.

Ji wan dengbêjên jin yek Fatma Îsa, yek jî Meyram Xan bû.

Dengê Fatma Îsayê ji Rewanê û bi kilama „Lolo Miho“, dengê Meyrem Xanê jî ji Bexdayê û bi kilama “Mihemedo”, bilind dibû û li seranserê Kurdistanê belav dibû. Ji xwe Eyşe Şan wek zerîya ji malê dihat hesibandin û hinek kilamên wê yên wek “Zerî Heyran” û „Derdê Hêwîyê“ ji devê qîz û jinan nediket û di her malê da dihat bihîstin…

Bavê min jî weke mele û sofîyan guhdarîkirina dengê jinan guneh bidîta jî, dengê dengbêjên jin ên Kurd li xwe heram nedikir û li kilam û stranên wan jî guhdarî dikir. Di nav dengbêjên wî yên jin da, ya herî nêzîk û zindî Gewrê bû.

Gewrê jineke ji gundê me û di sale bavê min da bû. Hemû zarokên gund jê ra Meta Gewrê digotin.

Meta Gewrê jinikeke dîwane û di halê xwe da bû. Her roj siba zû radibû, karê xwe yê rojane dikir û li ber derê mala bavê xwe rûdinişt, xwe bixwe ra qise dikir, di ber xwe da dilorand û digirîya. Bi danê esrê ra berê xwe dida nava gund, di derê malekê ra diket hundur û weke kesa ji malê diçû, li kuncikeke odê rûdinişt. Kesên ku derîyê mala xwe ji wê ra vebikira, îskanek çay û çixareyek bidabayê, Gewrê wan ji xwe ra weke xwîşk û bira didît û xwe jî ji wê malê dihesiband.

Di gund da malên ku Gewrê zêde diçû-dihat, ji wan yek jî mala me bû. Ji bavê min ra „birako“, ji dîya min ra jî „xwengê“ digot û nêzikatîya xwe ya ji dil nîşan dida. Dê û bavê min cixare nedikişandin, di mal da cixareya ku bidîyana Gewrê jî tune bû. Lê li ber Gewrê çay kêm nedikirin û wê jî têra xwe çay vedixwar û ji wan ra spasîya xwe dianî ziman.

Loma dema ku dihat mala me û rûdinişt, berê pesnê dê û bavê min dida, dû ra destê xwe diavêt paşila xwe û cixareyek pêçayî derdixist. Cixara xwe bi fesal vêdixist, bi gurmika ewil ra dest bi çîroka xwe dikir û di nava çîrokê da wenda dibû. Tiştên ku hatibûn serê wê, mezinan dizanîbû, bi saya vegotina wê ya ku her roj li malekê dubare dikir, hemû zarokên gund jî ji çîroka wê hayîdar bibûn û wek ezbere dizanîbûn.

Gewrê di xamatîya xwe da ji xortekî ji gund hez dike û pê ra dizewice. Piştî zewacê ducanî dibe, lêbelê zaroka wê di zikê wê da dimire û mirî tê dinyayê. Bi wê bûyerê ra xemgîn dibe û dikewice, şev û roj digirî û ji jîyanê dixeyîde.

Di navbera wê û mêrê wê da pirsgirekên malbatî derdikevin û roj bi roj zêde dibin. Di encamê da ew û mêrê xwe bi hev nakin û ji hev diqetin.

Dem derbas dibe, ji gundeke nêzik xwezgînîyê Gewrê tênê û li derê mala bavê wê peya dibin. Gewrê cara duyem dizewice û tere ser hêwîyê. Mixabin di zewaca xwe ya duyemîn da jî starîyê nabîne û weke dîwane careke din wedigere û di ser mala bavê xwe da tê…

Gewrê bi derbasbûna demê ra naveroka çîroka xwe gor dilê xwe zêde dikir û dixemiland. Dema ku çîrok diqedîya, bi dileke xemgîn û bi hêrs li hinek kesên ku wek sebebê rewşa xwe didît û nîşan dida, nifirên xirab li wan dikir û digot:

„Wan hîva min ser û binê hev kir, bila Xwedê hîva wan jî ser û binê hev bike!“

Ger ku qonax germ, çixare û çay jî heba, bi qultek va çaya xwe vedixwar, gurmikek xurt li cixarê dixist, dû ra destê xwe yê çepê diavêt ber guhê xwe û kilama Huso û Nazê distira…

Di kilamê da ew dibû Nazê û li ser birînên Husoyê xwe yê bê nav digot û kul û keserên dilê xwe disotand.

Stran diqedîya, xemgîn dibû û careke din dîsa dest bi nifiran dikir. Gor demê tawanbarên wê û nifirên ku li wan dikir, dihatin guhartin. Carcaran ji mala xalanên bavê min ra dida xebera û nifirên xwe li wan dikir.

Bâvê min bi xeber û nifirên wê dikenîya û digot; “Gewrê, tu ji xalanên min çi dixwazî, wan bi te çi kir ku tu li cem min ji wan ra didî xebera û nifiran li wan diki?”

Gewrê serê xwe di ber xwe da xar dikir û bi dengekî şermok digot; “Birako ji min nexeyîde, wele ez ji para te ra nadim xebera û nifiran nakim…”

Pişt ra hêdî hêdî ji cîhê xwe radibû, xatir dixwest û bê dil berê xwe dida mala bavê xwe.

Di dawet û şahîyan da hemû qîz û jinên gund bi mêran ra diketin destê hev û govend digerandin, kilamê govendê digotin û direqisîn. Lêbelê qîz, ya jî jina ku mîna Gewrê kilamên dengbêjan bistira, tunebû.

Loma wê demê em bi aqilê xwe yê piçûk difikirîn û me ew dengbêjên jin ên ku di Radyo ya Rewanê û Bexdayê da distiran, mîna Gewrê weke jinên dîwane dihesiband. Jiber ku wê demê ji bilî Gewrê çavê me ne bi dengbêjekî mêr, ne jî bi dengbêjeke jin ketibû. Loma Meta Gewrê ji bo me hemûyan dengbêja herî nêzîk, zindî û li ber çavan bû.

Di dema zarokatîya xwe da, min dengbêjek ji dengbêjên bavê xwe Zilkoyê Çawirmê jî dît û bi zindî li dengê wî guhdarî kir. Dengbêj Zilko ji gundê Çawirme ya Xelî Axa bû û bi navê gundê xwe va dihat naskirin. Ew jî zavayê gundê me bû, loma di mehên payîz û zivistanê da dihat gundê me û li mala bûrayê xwe dibû mêvan.

Di wan şevên payîz û zivistanê da, civata gund a ku ji kesên navsale pêk dihat, li oda mala kalikê min kom dibû. Zilko li gund ba, ew jî bi bûrayê xwe ra dihat û bi qedr û qîmeta dengbêjîyê di wê civatê da cîheke sereke digirt. Li ser mînderê rûdinişt, pişta xwe dida balîfê, destê xwe diavêt ber guhê xwe û heta dawîya şevê kilam digot û distira. Qasî ku tê bîra min, kilama wî ya ku herî zêde xweş digot û pê dihat nasîn, „Helîmcanê“ bû…

Zilkoyê Çawirmê jî di nav dengbêjên bavê min ê mêr da dengbêjê herî nêzîk û naskirî bû. Mixabin di vê xebatê da ew bi berfirehî cîh nagre. Jiber ku ew di destpêka salên 70yî da mala xwe ji welat bar kir û çû li bajarê Îzmirê bi cîh bû. Li welatê xerîb û di koçberîyê da dest ji dengbêjîyê berda, bi koça xwe ya dawîyê ra, dengê xwe jî bi xwe ra bir. Ez gelek caran li şopa dengê wî gerîyam, ne rastî dengê wî hatim, ne jî di derbarê jîyana wî da agahîyên berfireh bi dest xist. Berî koçberîya wî dengê wî jî di odeyên gundan da bi teyîban di kasêtan da hatibû qeydkirin. Ji wan kasetan yek jî li mala me û di nav kasetên bavê min da bû. Weke îro tê bîra min, ku berî darbeya 12ê Îlonê, me hemû kasêtên Kurdî û pirtûkên Kurdî di bin axê da çal kiribûn.

Piştî dem û demsalan kasêt jî pirranîya pirtûkan jî di bin axê da rizîyabûn, ku ew kaseta Zilkoyê Çawirmê jî di nav wan kaset û pirtûkan da bû.

Di destpêka salên 70yî da em jî bi malbatî ji gund koçberî bajarê Erzirumê bûn.

Bavê min ê 60 salî hemû jîyana xwe li gund, di nav mêrg û zevîyan da, li sere çol û çîyan, di nav deşt û zozanên fireh û bilnd da derbas kiribû.

Loma bajar lê teng dihat. Ji jîyana xwe ya di nav bajêr da hatibû sînordarkirin eciz û xemgîn dibû. Kîngê firsendek bidîta, berê xwe dida gund, diçû bi roj û mehan li gund dima. Ji bo çûyîn û hatina xwe ya gund carcaran şîn û şahîyek, carcaran jî tiştek din nîşan dida, lê d rastîyê da ji jîyana bajêr a sînordarkirî eciz dibû û direvîya.

Jibo ku, eciz û xemgînîya wî bêtir zêde nebe, ji xwe ra dermanê xemrevandinê jî dîtibû. Her roj piştî xwarina şîvê, teyîba li dîwarê odê dardakirî digirt, li ser mînderê rûdinişt û teyîp jî dida ber xwe. Kasetek diavêt teyibê, pişta xwe dida balîfê, çavên xwe digirt û bi dengê dengbêjên xwe ra di nav bîranînên xwe da digerîya. Piştî guhdarîkirina her stranekê, ji me ra qala bîranîneke xwe ya li gund derbas bûye, dikir. Bi vegotina xwe ra rûken dibû, dawî li xemgînîya wî dihat.

Kasêtên dengbêjan, wê demê tenê di civatên gundan da, bi dizî dihatin qeydkirin û bi rêya nas û dostan va, di nav civakê da belav dibûn. Ew kasêtên ji ber hev qeydkirî di bêrika bavê min da kêm nedibûn û di heftê da carekê jî dihatin guhartin. Serê rojê, bi danê nîvroyê ra ji mal derdiket û diçû sûka Serê Taxê, di çayxanekê da nas û dostekî xwe didît, kasêtên xwe bi yê nû ra trampe dikir û bi danê êvarê ra jî bi kêf û kelecan vedigerîya malê.

Piştî xwarina şîvê û nimêja êvarê, dîsa li cîhê xwe rûdinişt, kasêta xwe ya nû diavêt ser teyîbê û kêfxweşîya xwe ya ku ji kilam û stranan digirt, bi me ra parve dikir.

Kêm zêde 25 salên wî yên dawîyê li bajarê Erzirumê derbas bûn. Di wan 25 salan da her havînan diçû gund û bi mehan li gund dima. Hemû rojên wî yên li bajêr jî wek hev derbas dibûn. Danê sibê heta nîvroyê bi saetan Quran dixwend, piştî nîvroyê berê xwe dida sûka sere taxê û bi nas û dostên xwe ra dihat ba hev… Êvaran jî guhê xwe dida teyîbê û li kilam û stranên dengbêjan guhdarî dikir…

Hezkirin û guhdarîkirina dengbêjan ji bavê min ji min ra wek mîrateke çandî ma. Herçiqas di dema xortanîya xwe da zêde nêzikî dengbêjên bavê xwe nebama, îro ez jî mîna wî şev û roj li dengbêjan guhdarî bikim, dîsa jî eciz nabim.

Jiber ku di kilam û stranan da dewlemendî û zelalîya zimanê xwe yê şirîn dibînim û kêfxweş dibim.

Bîranînên min jîndar dibin û yekoyek tên ber çavên min…

Xewn û xeyalên min dixemilin…

Bi dengbêjan ra dikevim rêwîtîyê û di nav kilam û stranên wan da digerim.

Bi deng û awazên Şakiro ra xwe li ser pişta bozî çaçanî kaprêşî rehwan dibînim û di nav Şûşar û Tekmanê ra, bi bayê bezê derbas dibim.

Bi strana Ferzê ra dibim ji teyran teyrê baz û li ser gazan û bêlanên bilind difirim. Bi bayê qulbê ra vedigerim û li ser mile qîz û bûkan datînim…

Bi dengê Reso ra dibim hevalê Emê Atmanî û bi karwanê wî ra di nav welatê Reşkotanîyan da rêwîtîyê dikim.

Bi dengê Huseyno ra dadikevim deşta Mûşê, li ber devê Çemê Muradê dikevim pêgermokê û ji kul û kesera dilê xwe yê birîndar ra dilorînim.

Bi dengê Tahiro ra berê xwe didim etegên Çîyayê Sîpanê Xelatê, di nav êl û eşîran da li kok û esaleta Perîxana Mihê digerim.

Bi kilam û strana Şêx Silê ra, di civatên mîr û hekiman da rûdinêm û pesnê bedewîya Seraya Mamed Axa didim…

Di dema xortanîya xwe da min ji dengbêjên bavê xwe, Şakiro, Huseyno û Tahiro rû bi rû dît û ew ji nêzîk va nas kirin. Min xwest qasî deng û awazên wan, hemû dengbêjên bavê xwe ji nêzîk va nas bikim û bidim nasîn.

Loma bi mehan li şopa wan gerîyam.

Min dît, ku çavkanî kêm, agahîyên di wan çavkanîyan da cîh digrin jî, bi pirranî hevdu nagrin.

Herçiqas sedemên kêmanîya çavkanîyan û agahîyên şaş zêde bin jî, di bingeha hemûyan da bindestîya welatê me yê qedîm û sêwîtîya zimanê me yê şirîn cîh digre.

Loma dengbêj jî li ser axa bav û kalên xwe xizan, koçber û bêxwedî ye…

Loma qedera hemû dengbêjan yek, êş û jana wan jî hevpar e.

***

Di vê xebatê da kurtejîyana 20 dengbêj û Şahê Dengbêjên bavê min, Evdalê Zeynikê cîh digre.

Bi saya vê xebatê qasî ku min ji kilam û stranên wan hez dikir û li dengê wan guhdarî dikir, jîyana wan a ku bi hest û helwesta kurdayetîyê derbasbûye dît û ji kesayetîya wan jî hez kir.

Bi hebûn û bi hunera wan, bi deng û sewta wan careke din kêfxweş û serbilind bûm.

Ez dixwazim hûn jî li dengbêjên bavên xwe xwedî derkevin…

Bi tahma ku hûn ji kilam û stranên wan digrin, xewn û xeyalên xwe yên nîvco mane, bixemilînin…

Kêfxweş û serbilind bin…

Kornwestheim, 02.02.2022

XELAT