Mam Celal çima kumê kurdî diyarî Cewahîrî dike?

Mam Celal çima kumê kurdî diyarî Cewahîrî dike?

Dibe ku pêşîneyên Ereban jî wek pêşîneyên Kurdan ji bersiva lutf û mêvanperweriya beramberî xwe gotin yan destewajeya (Ser Serê min) bikar anîbin. Çûnkî helbestvanê mezin yê Erebî û Êraqî (Mihemed Mihdî El-Cewahîrî) diyarî û xelata Mam Celal Talebanî yê xebatkar werdigre û bi drûşmeya şoreşgerî ya tevgera netewî a Kurd (Kurdistan yan Neman) datîne ser serê xwe, ku serê wî gelekî hestiyar bûye ku diviyabû Cewahîrî bi gotina doktoran serê xwe berdewam ji sermayê biparêze.

Bikaranîna Cewahîrî ji kum re neçariyekî pizîşkî bûye ji ber seriyê wî ji tavê re hestiyar bû, ji ber wê jî pizîşkên Yekîtiya Sovyetê a berê neçar kirine ku Cewahîrî serê xwe ji tavê biparêze. Ev xwesteka pizîşkan Cewahîrî neçar dike li Moskow li kumekî digere û li dawiyê xwasta wî li ser kumekî bi dest hatiye çêkirin dibe.

Lê dema Mam Celal Talebanî bi ew derdê El-Cewahîrî dizane him hevkarî û alîkarî jêre pêşkêş dike û hem jî kumekî ji Kurdistanê jêre dişîne.

Dr. Erselan Bayîz di gotareke xwe de wê yekê piştrast dike û dinivîse: Salane Serok Mam Celal Talebanî çend kumekî kurdewarî û bi navê Kurdistan neqişandî dikirî û diyarî ji bo ew helbestvanê bilind Cewahîrî re dişand.

Selah Reşîd jî di pirtûka (Mam Celal, Dîdarê Temen- ji Lawîtiyê Heta bi Koşka komariyê) û di rûpela 61`an a bergê yekem de heman zanyariyan pişrast dike ku kumên bi dest hatine ristin diyariyên salane yên Mam Celal bûn ji Cewahîrî re.

Rojnamenivîsekî Kurd jî di raporeteke xwe ya lêkolînê de wê yekê piştrast dike ku yekemîn kum ku diyarî Cewahîrî hatiye kirin ji aliyê Mam Celal ve bûye û bi destê xanima destrengîn a kurd (Mirwarî Ehmed Ebdulah) ve hatibû cêkirin ku xanimekî Kerkûkî ye û di sala 1950`an de li taxa (Zêwê) jidayîk bibû.

Ew jina destrengîn ew kum di temenê 13 saliya xwe de ew kume ristiye û bi riya xizmên xwe re ku pêşmerge bûne pêşkêşî Mam Celal hatiye kirin, ev zanyarî jî di warê demê de hevdeme digel piştrastkirina xwedê jê razî (Dr. Izedîn Mistefa Resûl) ku amaje bi wê yekê dike ku, di destpêka salên 60î de serok Mam Celal ew kumê bi dest hatiye çêkirin ji bo helbestvanê mezin Cewahîrî şandiye.

Ew yek jî bûye cihê kêfxweşiya Cewahîrî û bûye sedema pêwendiyekî germ digel ew kumê kurdewarî û tê gotin eger kesek ji dost û hevalên xwe êş di serî wî hebûya kum dixiste serê wî û digot (êş kuje) û ew xwegirêdana gihêştibû astekê ku qet dest jê nedihat berdan.

XELAT/ Prtaw