Qubad Talebanî: Erkê me pêşxistina zimanê kurdî ye
Qubad Talebanî ragihand ku, erkê hikûmeta herêma Kurdistanê ewe ku ji parastina ziman ber bi pêşxistina zimanê kurdî hatiye guhertin.
Cîgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, di Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de peyamek weşand û dibêje: "Em pîrozbahiyê li wan hemû nivîskar û xebatkaran dikin ku bi dehê salane sing û zimanê xwe wekî mertal ji bo parastina zimanê Kurdî bi kar anîne û mîna leşkerên windayî kedek mezin dane.
Qubad Talebanî amaje bi wê yekê jî kir û got; "Heviya me ewe ku hemû zarokê kurd mafê perwerdekirin û fêrbûna wan bi zimanê şêrîn a kurdî were bicih anîn. "
Qubad Talebanî tekez li wê yekê kir û got; "Niha erkê me ji parastina ziman ber bi pêşxistina wê ve hatiye guhertin, ji ber vê yekê divê hikûmet û navendên zanistî li gorî planê bixebitin da ku zimanê Kurdî bi guhertin û pêşketinên zanistî re pêş bikeve û li kêleka zimanên zindî domdar û payedar be, ne ku were paşguh kirin."
Xelat
