Kurdên Urdunê ji serdema Sultan Selahedîn ta Şah Hisên
Kurdên Urdunê, ji serdema Sultan Selahedîn ta Şah Hisên, helwest û rêyeke xurt!
Tiştên ku hûn li ser Kurdên Hekariyê nizanin

Nivîskar: Merîwan Mesûd
Di salên 1960an de, Kurdek du caran bûye serokwezîrê Urdunê!
Yek ji pirsên ku her tim di hişê min de bû hebûna Kurdan li Urdunê bû. Ji ber ku min çend caran serdana Urdunê kiriye, ev pirs her tim bêbersiv maye. Piştî lêkolîneke hûr li ser vê babetê ez gihêştim wê yekê ku Kurd ji sedsala 12an vir ve, bi taybetî di dema desthilatdariya Eyûbiyan de ku ji hêla rêberê Kurd û Îslamî Selahedînê Eyubî ve dihat rêvebirin, hatine Urdunê.
Ji ber vê yekê, tiştê ku we di vê gotarê de xwendiye, bi kêmanî deriyek baş e ku meriv fêm bike ku neteweyek mîna Kurdan niha li welatekî piçûk mîna Urdunê nêzîkî çaryek mîlyonek e. Ew dijîn, lê bêyî pirsgirêkên etnîkî an siyasî, lê Kurdên li wî welatî ji çîna bilind a Urdunê ne.
Kurd û Cîhada Selahedîn
Piraniya serdeman, Kurdên Urdunê di nav mirovên herî dewlemend û navdar ên Urdunê de bûn, ji ber vê yekê taxên ku Kurd lê dijiyan her gav cihên xweş û pêşkeftî bûn.
Biryara hatina Kurdan ji deverên cuda yên Sûriye, Tirkiye û deverên Iraqê bo Urdunê ji ber (propagandeya cîhadê) ye ku Selahedîn ji bo rûbirûbûna xaçperestên wê demê ragihandibû, ku ev helwestek bû. Ew li bajarên Urdunê, bajarên din û Filistînê xurt bûn, ji ber vê yekê dema ku Selahedîn bang li Kurdan kir ku cîhadê bikin, wan mezintirîn firqeya leşkerî ava kir, ku li gorî dîroknasan yek ji wan ên herî xurt e. Leşkerên herî dilsoz ên wê demê Kurd bûn, ji ber vê yekê parêzvan û mirovên nêzîk ên Selahedîn hemî Kurd bûn. Bê guman, ji ber ku ew Kurd bû, baweriya wî bi nasên xwe zêdetir bû.
Artêşa Kurdan, ku jê re Kurdên Hekarî (El-Kurd el-Hekeriyun) digotin, firqeya leşkerî ya bihêz bû ku Selahedîn her gav di êrîşên biryardar ên li dijî xaçperestan de pişta xwe dida wê.
Piştî ku sultan Selahedîn li Devera Şam, Misir û Urdunê desthilatdarî girt, yek ji tiştên ku Siltan biryar da ku bala xwe bide ser mijara xwendin û nivîsandin, zanist, agahdarî û felsefeyê bû. Zanyarên navdar hebûn ku Selahedîn piraniya wan şêwirmendên xwe kirin û hemî pêdiviyên zanistî û çavkaniyan ji wan re peyda kirin da ku asta wan baştir bikin. Hin ji van zanyaran bi eslê xwe Kurd bûn, bi taybetî Kurdên Urdunê, di nav wan de bijîşkê navdar (Îbn El-Qaf el-Kerkî, fîlozof Şemseddîn Xesroşah, dîroknas Îbn Wasil û gelekên din. Ji ber vê yekê, serdema desthilatdariya Eyûbiyan li Urdunê yek ji geştirîn demên dîrokê ye ji bo Kurdan, ku ev yek Kurdên li wî welatî kir xwedî mal ne mêvan.
Zana û şehrezayên Kurd
Piştre, di serdema Memlûkan de, ku dikeve navbera salên (1260 heta 1516 PZ), di wê demê de ji Kurdên Urdunê re digotin Kurdên Hekarî û li yek ji herêmên herî navdar ên Urdunê bi navê (Sellt) dijiyan. Di wê serdemê de, gelek zanyar, parêzer û dadwerên navdar ên Kurd di welêt de rolek lîstin, di nav wan de Şêx Abdullah Hekarî el-Salî, kurê wî Zana û Mela (Mihemed), ku roleke mezin di hînkirina dersan de lîstin. Belavkirina xwendin û nivîsandinê li welêt, heta Şêx Abdullah Hekarî bû dadwer û mamosteyê herî navdar, ku li seranserê cîhanê rêz lê dihat girtin, ji ber vê yekê ne tenê li Urdunê, lê di heman demê de li Şam, Qudis û Humsê jî dibistanên olî hebûn. Piştî wî mirovê pîroz, zanyarekî din ê mezin ê Kurd ji Şamê hat Urdunê û li taxa Selt şûna Mamoste Abdullah Hekarî girt, bi navê Şêx Şahabedîn kurê Silêman kurê Dawûd Goranî, ku ew jî xwediyê çendîn pirtûk û çavkaniyên olî û zanistî hene.
Serdema Împeratoriya Osmanî
Di serdemeke din de, gelek Kurd hatin Urdunê, di sedsala nozdehan a piştî zayînê de, dema ku dewleta Osmanî biryar da ku li dijî kafiran hemleyê bike, ji ber vê yekê gelek efser û leşkerên Kurd di nav dewleta Osmanî de, çek hildan û hatin Urdunê, bi taybetî li rojhilatê Urdunê, ev artêşa mezin ji ber ku em demek dirêj li rojhilatê wî welatî man, ji ber vê yekê hin ji wan bi bazirganiyê mijûl bûn û hin ji wan li wir zewicîn. Tevî vekişîna leşkerên Tirk di serdema Osmanî de, gelek Kurd li Urdunê man û bûn hemwelatî.
Çavkanî heta dibêjin ku li herêmeke wekî Selt, di serdema Osmanî de 13 malbatên Kurd li wir dijiyan, ku hemîyan paşnav û paşgir (el-Kurdî) di navên xwe de hebûn. Gelek tax hebûn, bi piranî Kurdên ku di serdemên cûda yên desthilatdariya Osmanî de, di navbera sedsalên 15 û 19an de, wek mînak, piştî 1538an li Urdunê û li taxa Kurdan bicih bibûn.
Zanayekî mezin wek Şêx Tu`ma kurê Elî el-Kurdî, yek ji serokên Lîwaya E`clun li Urdunê, xwedî meqamê siyasî yê dewlemend bû û xwediyê gelek çandiniyê li Urdunê bû, malbata wî di nav xwe de bi Kurdî diaxivî.
Ji ber vê yekê, heke em bi baldarî binêrin, em dikarin bibînin ku Kurdên li Urdunê xwedî meqam û kesayetiyek xurt bûn û her gav li ser wan hesab dikirin. Li Urdunê gelek malbat hene ku hemî Kurd in, di nav wan de el-Kurdî, Urfalî, Zaza, el-Brazî, el-Goranî, Bekir el-Kurdî, el-E`wad el-Kurdî, Mihemed Resûl el-Kurdî û hwd.
Taxa Kurdên dewlemend
Beşek din ji Kurdên Urdunê ew kes in ku li taxa Kurdan (Hey el-Ekrad) a Şamê dijiyan, ku ji bo bazirganiya kelûpelan, nemaze pez û dewaran ji navçeyên Anatoliyê tanîn bajarê Arbad a Urdunê, gelek ji wan li wî welatî man û venegeriyane Şamê, nemaze ji ber ku çanda Şamê û Urdunê pir nêzîkî hev in. beşek din jî esnafên Kurd bûn ku di destpêka sedsala 20-an de ji Şam û Tirkiyeyê çûn Urdunê, ku dizanibûn çawa wekî terzî, berber, salonên jinan û boyaxker bixebitin.
Piştre, piştî têkçûna şoreşên Kurdan ya bi serokatiya Şêx Seîd Pîran di sala 1925-an de, gelek Kurdên Tirkiyeyê bi malbat û zarokên xwe re li Urdunê penaberî xwestin, pêşî li kampên piçûk bi cih bûn, dû re hêdî hêdî li bajaran belav bûn û hemwelatîbûna Urdunê wergirtin. Hin Kurdên Sûriyeyê yên ku li dijî kolonyalîzma Fransî derketin reviyan Urdunê.
Ji ber vê yekê, rastiyek heye ku divê em destnîşan bikin, niha li Urdunê ji ber ku taxa Kurdan (Hey el-Ekrad) yek ji kevintirîn tax û deverên Urdunê ye û gelek malbat bav û kalên xwe vedigerînin vê derê ku merc nîne ku hemû kurd bin. Mînakî, kes hene ku paşnavê wan el-Kurdî ye, lê dibe ku ew ne Kurd bin, lê ji ber ku ew li taxên Kurdan dijîn an jî ew li wir ji dayik bûne, lê ew Ereb an neteweyek din e.
Serokwezîrekî Kurd
Niha, ji bilî Emmanê, Kurd û eşîrên Kurd li çend parêzgehên din ên Urdunê dijîn, di nav de: parêzgeha Cereş, parêzgeha E`clun, parêzgeha el-Kerk, parêzgeha Aqaba, parêzgeha Arbad, parêzgeha el-Zerqa. Ku li gorî amarên herî dawî, Kurd bi kêmî ve 2-3% ji nifûsa Urdunê pêk tînin. Ji bo agahdariya we, erkê herî bilind ê dewletê ku ji hêla Kurdekî ve hatî girtin di destpêka salên 1960-an de bû, dema ku ew Se`d Cum`a bû, ku du caran li pey hev erkê serokwezîrtiya Urdunê wergrt û ji bilî Erebî bi Kurdî jî diaxivî. Bê guman, Kurdan gelek postên li jêr wî girtine, wek wezîr, parêzgar û yên din, Kurdan di piraniya serdeman jî bazirganî û bazara Urdunê di dest de bûn lê belê yekem postê bilind ku wezîr bû, di sala 1939an de, bi Kurdekî bi navê (Reşîd Ebdulkerîm el-Medfa'i) hat dayîn.
Ewê ku cihê mixabiniyê ye, Kurdên Urdunê, her çend pir in û mafê wan heye ku di parlementoya welêt de nûnertiya xwe dikin, lê ji ber entegrasyona civakî bi Urduniyên ku Çerkez in û Ereb, Kurd û neteweyên din in û Kurd li wî welatî xwe bindest nabînin, ji ber vê yekê heta nih tu tevgereke wan tune ye yan namzetek li ser navê Kurdan ji bo parlementoya Urdunê nebûye

Seed Cumaa / Serokwezîrê Kurd ê Urdunê

Taxa Kurdan li Emman paytexta Urdun
Wergerandin/ Dawûd Çîçek
