126 SALIYA JI DAYÎK BÛNA BAVÊ ROMANA KURDÎ ( EREBÊ ŞEMO)
Nivîskar: Ezîzê Gerdenzerî
Nivȋskarȇ kurd Erebȇ Şemo Şamȋlov ji dayȋkȇ bȗye 23 meha cotmehȇ - Oktomberȇ sala 1897an, di gundȇ kurdan Susuzȇ de. Ew gund diket li nav Qeza Qersȇ, Kurdistana Bakȗr de. Wȇ demȇ ew qeza beşek ji Ȋmperatoroya Rȗsiyȇ bȗ. Nivȋskarȇ navdar di malbeteke şȇxȇn ȇzȋdiyan yȇ feqȋr de tȇ dinȇ. Bavȇ wȋ rȇncer bȗye; şivan ȗ gavantȋ dikir, Dayȋka wȋ 5 zarok; sȇ kur ȗ du keç xwedȋ dikir, mezin dikir, wisa jȋ malȇn dewletiyan de dixebitȋ.
Zarotiya nivȋskar li nav tehlȋ ȗ tengasiyȇ de derbas dibe. Erȇbȇ biçȗk pir jȋr ȗ jȇhatȋ bȗye, bavȇ wȋ dixwest, ku lawȇ wȋ yȇ here biçȗk, bixwȋne ȗ bibe merivekȋ mezin ȗ kȇrhatȋ. Erebȇ biçȗk dixwest zȗ mezinbe, bibe şivan ȗ alȋ bavȇ xwe bike. Gava malbeta wan cȋguhastȋ gȗndȇ Melekanan dibe, li wir dibistana seretayȋ ya zimanȇ rȗsȋ hebȗye, perȇn zarȇn feqȋran tinebȗ li wir bixwȋnin. Ew li dibistanȇ de wek dergevan dixwebite. Mamosta ȇ zimanȇ rȗsȋ ȗ keça wȇ ya ciwan, Ereb pir hez dikin. Keça mamosta Alfbȇyeke rȗsȋ pȇşkȇşȋ wȋ dike. Mamosta ȋznȇ dide, ku Erebȇ biçȗn fȇrȋ xwendin ȗ nivȋsara zimanȇ rȗsȋ bibe. Demeke ne dirȇj de Ereb fȇrȋ zimanȇ rȗsȋ dibe. Ew kude jȋ biçiya, divȇ ew pirtȗk li torbȇ wȋ de bȗya. Ew mekteba gundȇ kurda yȇ cȋnar de xwendina xwe berdewan dike. Dema destȇ wȋ dar digire, ew wek dȗajo, alȋ bavȇ xwe dike. !5 saliya xwe de, ew li bajarȇ Tbȋlȋsȇ ȗ fabrȋn pȇmzayȇ( karxana kevirbirȋnȇ) de wek pale/xebatkar dixebite. Paşȇ ew tabȗra sisiya ya kazakan de wek wergȇr dixebite. Sala 1916an ew vedigere Qersȇ. Ew li ser çȇkirina riya hesin ya navbera Sarȋqamȋş - Erzirȗmȇ de dixebite. Sala 1917an, ew li gel Leşkerȇ ȗrus berȇ xwe didin Stavropolȇ, Sal 1918an ew dibe endamȇ Partiya Bolşȇvȋka(komȗnȋsta). Sala 1920 ew li gel Ordiya sor ya hejmara 11an, ewan dikevin Bekiyȇ. Piştȋ Bekȗ ji destȇ mȇnşȇvȋka - mȗsafatȋstan, tȇ rizgar kurin, hema wȇ salȇ ew diçe Moskvȇ ȗ Ȋnstȋtȗta li ser navȇ Lazarȇv de tȇ qebȗlkirinȇ. Piştȋ temamkirina xwendina xwe, sala 1924an, ew vedigere Ermenistanȇ. Ew li Yȇrȇvanȇ de, di Komȋtȇ ya Navendȋ ya Partiya Komȗnȋstan de dikeve li ser xebatȇ. Ew wisa jȋ li gel nifşa rewşenbȋrn kurd ya yekem, hȋmdarȇn navendȇm kurdȋ(kurmancȋ) yȇn perwerdeyȋ, ragȋhandinȇ ȗ agehderiyȇ, çandȇ ȗ hunerȇ, zimanzaniyȇ ȗ wȇjeyȋ kar dike. Dewleta Ermenistanȇ, salȇn 1920an, 28 dibistanȇn zimanȇ kurdȋ di gundȇn kurmancan de vedike. Paşȇ, salȇn 1930ȋ hejmara wan mekteban digihȋje 44an. Mamostayȇn zimanȇ kurdȋ wȇ demȇ kȇm bȗn. lema bi ȋnȋsiyatȋv Erebȇ Şemo ȗ hevalȇn wȋ, Tȇxnȋkȗm(Seminariȗm) a Kurdȋ ya Pȇdagogiyȇ ya Piştkavkazȇ tȇ damezirandin. Hemȇ wȇ salȇ hejmara rojnameya kurdȋ, Tya teze ya yekȇ sala 1930an bi tȋpȇn kurdȋ-latȋnȋ ronahȋ dibȋne. Erebȇ Şemo rȇdaksiyona Rya Teze de wek rojnamevan dixebite. Alȋfbȇya kurdȋ - latȋnȋ, sala 1928an, Erebȇ Şemo ȗ Ȋhsahak Meragȗlov ȇ aşȗrȋ amade dikin. Sala 1930ȋ tȇ capkirin pirtȗka "Xwe bi xwe fȇrbȗna zimanȇ kurdȋ". Sala 1930ȋ romana "Şivanȇ Kurd" cara yekem bi kurdȋ hate weşandin.
Ev roman bi dest xwe de bala xwendevanan dikişȋne li ser xwe. Ulimdarȇ rȗsa yȇ bi nav ȗ deng V. Nikitin, ev berhema hȇj, sala 1946an, werdigerȋne rȗsȋ ȗ firansȋ ȗ bi navȇ "Şivanȇ kurd", bi herdu zimanan dide weşandin. Sala 1946an, Nûrêdîn Zaza, romana "Şivanȇ Kurd" ji zimanê fransî werdigerîne kurdî û li Beyrûtê çap dike. Ev roman bi pir zimanan: rûsî, ermenî, almanî, tirkî, azirî, gurcî, erebî, farizî, fransî, îngilîsî, macarî hatiye çap kirinê. Sala 1931ȇ Erebȇ Şemo berȇ xwe de Lȇnȋngiradȇ. Ew li Ȋnstȋtȗta Rohiatzaniyȇ de dibe aspȋrantȇ akadȇmȋkȇ ermenȋ yȇ navdar: Hovsȇp Orbȇlȋ. Ew dibe hogirȇ Qanatȇ Kurdo ȗ Ordȋxanȇ Celȋl.
Nivȋskarȇ bȇ sȗc ȗ guneh, sala 1937an dikeve tora asayȋşa Yekȋtiya Sovyȇt. Ew tȇ axsor kirin ȗ berȇ wȋ didin Sȋmbȋriya sikȋ sar. Ew ȗ çend nivȋskarȇn kurd; Haciyȇ Cindȋ, Ehmedȇ Mȋrazȋ, Cerdoyȇ Gȇnco... bi nazionalȋzma kurdȋ tȇn tawanbar kirin. Yek ji mane ȗ bahana girtina wȋ ȗ hogirȇn wȋ tȇkiliyȇn wan bȗ li tev Rewşenbȋrȇn kurd yȇn Kurdistana Bakȗr, kȋjan wȇ demȇ ji welȇt hatibȋn dȗrxistin ȗ xerȋbiyȇ de kovara Hewer diweşandin. Hogirȇn Erebȇ Şemo bi cezayȇn sivik xelas dibȋn. Lȇ ew 17 sala di Sȋmbȋrya de dijȋ. Nivȋskarȇ xwedȋ marȋfet, naşkȇ. Ew zȋrek ȗ xebathez bȗ. Çi kar ȗ xebat jȋ wȋ destȇ xwe bavȋtayȇ, ew xebat bi destȇ vȋ ve dihat. Ew li wir zewicȋ ȗ du zarok, du keç, ji wȋ ra çȇbȗn.
Salek piştȋ mirina Stalȋn, sala 1954an, ew tȇ efȗ kirinȇ ȗ vedigere Ermenistanȇ. Ew dȋsa karȇ wȇjeyȋ ȗ çandȇ berdewam dike. Ked ȗ emekȇ nivȋskar di warȇ pȇşxistin ȗ dewlemendkirina ziman ȗ wȇjeya kurdȋ de pir bȗ. Romana wȋ Şivanȇ kurd, ew romana kurdȋ ya yekem e, lema jȋ wȋ re digotin "Bavȇ romana kurdȋ". Alfabȇya kurdȋ - latȋnȋ di cihanȇ de ya yekem bȗ, ku wȋ ȗ hogirȇ wȋ Ihsaak Meragȗlovȇ aşȗrȋ amade kirin. Hetanȋ sala 1937an rojnameye Rya Teze ȗ pirtȗkȇn nivȋskarȇn kurd, pȇ tȋpȇn kurdȋ - latȋnȋ dihatin weşandin. Salȇn 1937an hetanȋ 1944an, dergehȇn hemȗ navemdȇn kurdȋ, hatin qepet kirin. Sala 1944an Haciyȇ Cindȋ alfabȇya kurdȋ - rȗsȋ amade dike ȗ pȇ wȇ Alfabȇyȇ dȋsa pirtȗkȇn kurdȋ tȇn weşandin.
Sala 1955an Rya Teze cardin dest bi weşanȇ kir. Çawa me pȇşde got, nivȋskarȇ navdar wek rojnamevan li rȇdaksiyona Rya Teze de dixebitȋ. Ew wisa jȋ di Navenda Komȋtȇya Komȗnȋstȇn Ermenistanȇ de dixebitȋ. Sala 1978an nivȋskarȇ navdar, mamostayȇ nivȋskarȇn wȇ demȇ yȇn ciwan, 81 saliya xwe de mir. Lȇ ew nemirȋ ye. Xwendekarȇn romanȇn wȋ, wȇ tim hebin ȗ berhemȇn wȋ nahȇlin ew bȇ bȋrkirinȇ. Alfabȇya kurdȋ - latȋnȋ, sala 1991ȇ, piştȋ hilweşȋna YS, dȋsa bȗ ya fermȋ. Rya Teze dȋsa bi tȋpȇn kurdȋ - latȋnȋ hate weşandin. Dȋsa pirtȗkȇn nivȋskarȇn kurd yȇn ji Eremenistanȇ di Yȇrȇvanȇ de jȋ hatine weşandin. Di Yȇrȇvanȇ de, li ser dȋwarȇ avahiyȇ nivȋskarȇ me yȇ nav ȗ deng, kevirekȋ mermerȋ heyȇ, li ser wȇ nivȋsar e: Vȋ avayȋ de, ji sala 1965an hetanȋ 1978an, nivȋskar ȗ siyasȋmedarȇ kurd Erebȇ Şemo Şamȋlov jȋyana xwe derbas kiriye.
Bȋranȋnȇn min derbarȇ wȋ nivȋskarȇ navdar de: Piştȋ sala 1965an, ew nivȋskarȇ mezin, di avayȋkȋ navenda bajarȇ Yȇrȇvanȇ de dijȋt. Wȇ demȇ min zankoya bijȋşkiyȇ ȗ sinifa dudan de dixwend. Wȇ demȇ min helbest ȗ goter dinivȋsȋn. Pir caran em rȇdaksiyona Rya Teze de, beşa kurdȋ ya Radȋokomȋtȇ a Ermenistanȇ de, wisa jȋ di sȇksuyona nivȋskarȇn kurd ya li nik Yekȋtiya Nivȋskarȇn Ermenistanȇ de ȗ li civȋnȇn Komeleya xwendekarȇn Kurd de ya li nik Komȋtȇta Komsomolȇ bajarȇ Yȇrȇvan, me hevdu didȋt.
Ew tim pȇ cilȇn bȇqisȗr ji mal derdiket. Bejnȇ de ew nȋvçeyȋ bȗ. Dȇmȇ wȋ gurover bȗ. Çavȇn wȋ gir ȗ jȋr. Dengȇ wȋ nimiz ȗ zelal. Tenȇ rȇveçȗna wȋ re dihat xuyakirin, ku wȋ pir tehlȋ , tengasȋ dȋtibȗ. ȇdȋ kal bibȗ, gopalekȋ bedew car - carna digirt destȇ xwe.
Kȇfa wȋ pir bi xwendevanȇ kurd re dihat. Bi hereketȇ wȋ camȇrȋ, çendek ciwanȇn Kurdistana Rojava, bibȗn xwendekar, telȋb, di Yȇrȇvanȇ yan jȋ Moskivȇ de, di zanko, ȋnstȋtȗtan de xwendina xwe berdewan dikirin.
Jina wȋ, Marȋa Vasȋlȇvna, kulfeteke berbihȇr, dilovan, mȇvanhez bȗ. Ew rȗs bȗ. Li Sȋbȋriyayȇ wan hevdu dȋtibȗ ȗ zewicȋ bȗn. Jina nivȋskar ya beriya Marȋa Vasȋlȇvnayȇ alman bȗye. Ew ji nexweşiya giran zȗ dimire. Em, xanendekar, pir caran diçȗn seredana nivȋskarȇ mezin, mamostayȇ xwe. Du keçȇn mamostayȇ me hebȗn. Ewan 18 ȗ 20 salȋ bȗn. Nivȋskarȇ navdar pir dixwest, ku keçȇn wȋ bi me re çavnas bin ȗ ewan jȋ komela me ya xwendekar de bixebitiyana. Lȇ herdu keç jȋ pir şermoke bȗn. Xwendekarȇn kurd yȇn wȇ demȇ gişt lawȇn gundiya bȗn, keçikan şermoketir bȗn ȗ pozbilind bȗn. Herdȗ keçȇn nazik jȋ paşȇ, dereng mȇr kirin. Lȇ mixabin mȇrȇn wan ne kurd bȗn.
Mamostayȇ me xebat pir hez dikir. Wȋ hez dikir, ku şev bixebite. Sala 1959an bi sehnaroya mamostayȇ me fȋlma "Kurdȇn Ermenistanȇ" derdikeve li ser ȇkranȇnȇn sȋnȇmeyan. Sala 1967an, "Hikiyatȇn gelȇ kurd" li Moskvȇ tȇ weşandin.Wȋ wisa jȋ 4 romanên din nivȋsȋye ȗ daye çapkirin: "Berbang", 1958. “Jîyana bextewar’, 1959. “Dim-Dim”, 1966. “Hopo”, 1969.
Niha em ji devȇ hinek rewşenbȋr ȗ nivȋskarȇn kurd dibihȇn, ku "Romana kurdȋ tȗne, nȋne". Lȇ bi nȇrȋn ȗ dȋtina me, romana kurdȋ hebȗye ȗ niha jȋ heye. Em nivȋskarȇn kurd yȇn Yekȋtiya Sovyȇt, xasma yȇn ji Ermenistanȇ, yȇn nifşa dudan - sisiyan, li ser sopa mamostayȇ xwe dimeşin. Pir romanȇn me hatine weşandin ȗ belav kirin. Em di baweiyȇ dane, ku nifşa nȗ, bi romanȇn ji romanȇn me çȇtir, pȇşkȇşȋ xwendevanȇn kurd bikin.
XELAT