Rojnameya Ummîd û kovara Hawar

Mîr Mihemed Salih Bedirxan û rojnameya Ummîd û Yekbûn:
Mîr Mihemed Salih Bedirxan (1915 - 1874), bavê Rewşen xanim Bedirxan e. wî jî baş bizav û çalakî di ber kêşeya kurdî û rojnamegeriya kurdî de kiriye.
Wî jî wek pismamên xwe du rojname weşandine: Yek li Qahîre bi navê Ummîd (1900). Ummîd: Rojnameyek 15 rojî bû, cihê weşandina wê li Qahîra bû, hejmara (1) ê di Îlona 1900an dê çap bûye. û yek Stenbolê bi navê (Yekbûn).
Yekbûn (1913): Rojnameyeke kurdî û tirkî bû, hefteyê du caran li Stenbolê dihat weşandin.. Erê.. Xwedî û berpirsyarên wan Mîr Mihemed Salih Bedirxan bû.
Mîr Celadet Bedirxan û kovara Hawar û Ronahî:
Bi saya Mîr Celadet Bedirxan yekemîn care di dîroka kurdan de ku zimanê Kurdî bi tîpên latînî di nav rûpelên kovara HAWARê de li Şamê berdest dibe.
Hejmara pêşî ji vê kovarê di 15 Gulana 1932an de hatiyeçapkirin, hejmara dawî (57) di 15 Tebaxa 1943an de derketiye. Di sala 1942an de jî, Mîr Celadet Bedirxan, kovareke din, ew jî bi alfabeya latînî, bi navê RONAHÎ li Şamê weşandiye..
28 hejmar ji vê kovarê jî hatine çapkirin, hejmara dawî 28 di sala 1945an de derketiye..
Konê Reş
Qamişlo, 21.04.2025
Xelat