Dema min û Hicabî sardana Elî Tico kir

Dema min û Hicabî sardana Elî Tico kir

 Nivîskar: Hozan Efrînî

 

Elî Tico hunermendê gelerî yê rasteqîne bû, xwediyê gotina gelerî a naskirî (Dilê Tirsonek Sînga Gewre Nabîne) ye. Xwedê strana Şêx Seîdê Kal e. Xwediyê bi deha stranên gelerî ên ku dilê ciwan û mêr û kal û keç û jinên kurd xweş dikir e. Huneremendê naskirî û navdar ê Efrînî û Rojavayê Kurdistanê ye.

Hunermendê Kurd ê gelerî ê Efrînî ku di hemû biwarên hunera gelerî de xwedî mor û wajoyekî pir watedar bû, ti carî guh nedida êrişên dijberan û her dem di kar û xebatên xwe yên hunerî de dirêjpêder bû.

Rojekê ji destpêka sala 1995`an, dema ku ez rêvebirê giştî yê Koma Hunergeh (Agirî) bûm, mûzîkvanê kurd ê navdar ê Rojhilatê Kurdistanê mamoste îqbal Hicabî sardana me kir û min hejmarek ji endamên komê jê re kom kir û piştî bi dawîbûna civîna me a hunerê, mamoste Îqbal ji min xwest ku em biçin bo sardana hunermendê mezin Bavê Elî, min jê re got tişt nabe û gelek asayî ye û piştî ku me peywendî bi nemir huneremnd Mihemed Elî Tico re kir, ew gelek kêfxweş bû ku emê sardana wê bikin.

Mûzîkvan an jî mûzîkjenê kurd ê navdar mamoste Îqbal Hicabî yekek ji hunermendên herî jêhatî yên sazkirina orkêstrayên mûzîka navneteweyî ye li welatên Ewropayê. Xelkê Rojhilatê Kurdistanê ye û ji demeke dûr ve li welatên Ewropayê jiyana xwe biser dibe. Xwedî kesayetiyeke bihêz û navdar e, her çende ku di nava mûzîkjenên navneteweyî de tevdigere, lê rastiya kurbûna xwe jî wunda nake û bi serfirazî dibêje ez mûzîkjenekî kurd im.

Em bi şev çûne sardana wî, lê ew di xaniyeke biçûk de bû ku li taxa Şêx Meqsûdê nêzîk Qehwexaneya Hunermendê mezin ê navdar Cemîl Horo bû. Dema ku em hilkişiyan qata duyem, nemir bavê Elî jî ji jor dadiket û me hevdu hembêz kir û pişt re jî wî û Hicabî jî hevdu hembêz kirin. Gelek kêfxweş bû, wî û Hicabî dest bi pirs û pirsyarên derbarê rewşa hevdu û rewşa huner û mûzîka kurdî kirin.

Di dawiyê de, Îqbal Hicabî jê re got bavê Elî emkê te bibin Ewropayê û hatina te ji ewropayê re wê gelek baş bibe. Ji aliyê xwe ve jî, huneremnd Bavê Elî jî wiha got; Mamostê min, ez ji her karekî re amade me, ez xizmetkarê pêşxistin û parastina hunera kurdî me, li her deverekî dunyayê be, ez bi were me.

Di dirêjahiya axiftinên xwe de, huneremndê mezin Mihemed Elî Tico dazanîn ku ew ji zarokatiya xwe û heya îro herdem di nava hunera gelerî ya kurdî Efrînî de bû ye, lê ji vir û pê ve xwezyarê berferehkirina asta tevgera xwe ya hunerî di asta Kurdistanî û cîhanî de ye jî. Wê demê tenê kenalekî kurdî bi nave Med tvê hebû.

Tico wiha got, ez hez dikim li Ewropayê di konsêrtên girsaya gel ê kurd de û li ser akranê Med Tvê yê stran û berhemên xwe bibêjim û bistirêm tako bimînin ji dîrokê re. Min gelek stran gotin hinek hatin tomar kirin û hinek nehatin tomar kirin, ji ber ku berê teknîk tune bû û pêşketî jî nebû.

Min jî di dawiyê de bi henekî jê re got bavê Elî demat u çû, me ji bîr neke û zû vegere… Ew jî bi pêkenîn got birayê Hozan ez nikarim li Ewropayê bijîm û baxçeya gulîstanan li kêleka min nebe. Mebesta wê ji Baxçeya Gulîstanan Heqil Remî ya Şêx Meqsûdê bû. Digot ezê pir bîriya Heqil Remî bikim.

Mihemed Elî Tico gelek ji jiyanê hez dikir, gelek hewil dide tako rojene jiyan bike û tiştê di dilê xwe de derxîne û bi bê tirs gotinên xwe digot û bi taybetî derbarê eşiq û evînê de û straneke xwe wiha hebû bi edrêsa (Dilê tirsok sîngê gewr nabîne). Ev tê wê wateyê ku nabe mirov ji eşiq û evînê û hezkirinê bireve an jî bitirse. Mebest wî ne tenê evîna jinê bû. Wek min ji nêzîk ve jê nas kir ku ew di gotina xwe de wateyeke din ê berfereh û watedar dide ku yek ji wan ê ku xwedî dilê tirsok nikara azadiya xwe û ê welatê xwe bibîne.

Li gorî gelek jêderan û bi taybetî ên gelerî ku tê gotin ku gotina dilê tirsonek sînga gewr nabîne li ser revandina keçikan bû ye. Bi wê wateyê ku ew gencê ku mêrxwes be û dildarê keçkekê be, malbata keçikê jî nerazî be jî wê birevîne. lê ciwanê newêrek ti carî nikane wê keçika ku jê hez dike birevîne û wê sînga wê ya gewr kok nebîne û wê bêbeş bimîne.

Lê tiştê ku min ji huneremned Elî Tico nas kir ku ew bi wateyên cuda cuda wê hevokê dibêje, hem ji bo ew xort û keçkên ciwan ên bi pakî ji hevdu hez dikin û yan bavê keçikê an jî bavê lawik nerazîne ji ber hejartî an jî çînetî an jî tiştên bê wate. Her weha di wateyeke din de, ew li ser hezkirin û dildariya welat û Kurdistanê jî dibêje. Ew dibêje ku ew kesê ku ji welatê xwe hez bike û bixwaze sînga welatê xwe ya gewr û spî bibîne pêwîste xwedî dilekî wêrek be û ne tirsonek be.

Mirovê xwedî dilê tirsonek wê ti carî neghêje armanca xwe, wê bê beş û bê par be ji armanc û jîna xwe ya xweşgerek.

Li vir ez bi dilekî xemgîn bîranîna 12 mîn ê koça dawî ya hunermendê gelê xwe nemir Mihemed Elî Tico (Bavê Elî) bi bîr tînim û rewan şad û cih behest be.

XELAT