Nivisîn bi kurdî serbilindî ye 

Nivisîn bi kurdî serbilindî ye 

Husên Hebeş

Eger mera bi çi zimanî binivîse û bi wî ciyê xweyî hêja di nav hevpîşe nivîsevanan de bigire, divê mera kanibe kwîr din nav zeryaya zimanî de avjenvan (melevan) be, weha mera dikeve nav nihêniya zimên û girêkên tund (peht) girêdayî vedike û ta radeyekê şophêştina timheyî di lîtêretûra de neteweyî dihêle.

Eger tu kurd bî, bi erebî, farsî û tirkî derbirînên xwe bi awayekî hunerî berz binimînî, tu rajeya (xizmeta) wan zimanan dikî û tu di nav zimanê dayîkê de biyanî dimînî û weha jî di nav ewên te vebrajtî de.

Ev kurtenivîsa ji bona ciwanên beheredarên kurd e, yên niha ne bi zimanê dayîkê dinivisînin. 

Serketinên mezin ji we re dixwazim di geşkirina zimanî me yî şîrîn û dewlwmend de.

10.06.2023