Pirtûka `Gundê Spî Ser` hat nasandin

Pirtûka `Gundê Spî Ser` hat nasandin

Nivîs û Şîrove: Hozan Efrînî

Pirtûka bi navûnîşana (Gundê Spî Ser li pêş Enfal û li dû Enfelan) ji nivîsa û amadekirina nivîskar `Diyarî Namiq Zengene` hat nasandin û dabeşkirin.

Îro roja şemiyê, di Salona Kurdistanî Nû de, Pirtûka bi navûnîşana Gundê Spî Ser li pêş Enfal û li dû Enfelan ji nivîsa û amadekirina nivîskar Diyarî Namiq Zengene hat nasandin û dabeşkirin ku ev pirtûk ji 359 rûpelan.

Gundê Spî Ser ser bi bajaroka Awaspî ye ku ser bi navçeya Kifrî ye lê pêş sala 1988`an ew ser bi bajaroka Qadir Kerem bû ya navçeya Xormato bû. Her weha li piştî operasyonên Enfalan, gund hatin şewtandin û hatin çolkirin û valakirin û hemû birin nav herdu kampên Zormilî Şoreş û Rizgarî li Kelar û piştre bajaroka Qadir Kerim kirin bi bingeheke leşkerî û ewlehî ku hatûçûna wê heya sala 2003 qedexe bû. Di heman demê de, gundê Spî Ser jî xistin bo ser bajaroka Sengawê heya sala 2000 ku bajaroka Awaspî hat damezrandin, êdî ev gundê Spî Ser xistin ser Awaspî .

Çêroka vê pirtûkê di barê rewşa gelê kurd ê ku zor û zehmetî û şehîdbûn û eşkencedan û nelihevî dîtiye tê veghotin.

Naverok û jêdera vê pirtûkê jî, ji weşanên Yekîtiya Nivîskarên Cînoseyidên Kurdistanê ye.

Her weha pêşekiya pirtûkê bi pênûsa siyasetmedar û parlementerê berê û berbijêrê niha ê parlemanê Kurdistanê li ser lîsteya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (Salar Mehmûd) e.

Rewşa gelê kurd û dijwariya ku di wê gundi û dervayî gund de dîtine û avakirina bi pênûsan dide zelal kirin.

Di riya rewşa gundekî re, rewşa hemû gundawr û navçe û bajarên Kurdistanê di serdema berî Enfal û piştî Enfalan dide xuyakirin.

Ev rewş doza me a rewa û rewşa gelê me a stemlêkirî û rewşa welatê me Kurdistanê tîne ser nivîs, rewşa gelê feqîr û hejar, rewşa wêrankirin û têkdana gundawr û bajar û bajarokên Kurdistanê ji aramiya heyî ber bi têkdan û rûxana yekcarî ve.

Pirtûk li ser damezrandina gundê Spî Ser û ciyografiya gund û rêvebirin û girêdana bi bajarokên din ve, nave zevî û sînor û hevsînorên gund, her weha derbarê 110 saliya xebata siyasî a gund û helbestvan û tekoşer û xebatkarên gund û heya destpêkirina Enfalan û heya dighêje jiyannameya nivîskar.

Di vê barê de, ez wek rojnamevanek û nivîskarekî Rojavayê Kurdistanê dest xweşî li kak Salar Mehmûd û nivîskarê pirtûkê kak Diyarî Namiq Zengene dikim ku karekî baş û girîng û cihê rêz û pêzanînê ye.

Ev kar ji bo me hemûyan girînge û pêwîste hemû nivîskarekî kurd derbarê gundwar û navçeyên xwe binivîsin û amakdekirî bikin tako bibin bi milkê dîrokê.

XELAT