Hevdîtina dilan di malbata kurdistanî ya yekê de

Hevdîtina dilan di malbata kurdistanî ya yekê de
Nivîskar: Husên Hebeş
Di ciwantiya (’ewîltiya) xwe de ji min re hêvî bû, ku evîndarekê ji aliyekî dine Kurdistanê binasim û bi hevra bibînin hevjîn, lema jî ew yek ji ûştan bû di havîna sala 1968 de ez ji ber zewacê revîm.
Bibez û bipeya çûyînê di nav çiya û deştan re revê ji gundê Çeqmaqa Çwîçik destpêkir, di hafa bêderên Elimdara re ta gihîştim keniya Cirqan, ez venehsîm, min av li wir vexwar, erebek li hembera min dihat, li rû û pergala min nihêrî û got: Tu ji ber belake mezin direvî. Min dengnekir, xatirê xwe jê xwest, di Geliyê Cirqan re, di navbera Gundên Zerka û Kêla re çolbir bilez çûm, di ber darên merxê re li dora Gund Qêsim hindava min ber Geliyê Tîra bû ta gihîştim ser rêya ziftê.
Di wê rêyê re jî tu makîne bi aliyê Efrînê de ne dihatin ta gihîştim deşta Kitixê, li wir li nêzîka pirekê av diherikî, destçehvênên xwe şuştin, ji nişkava dostê min Şukrî ji gundê Hecxelîl ez dîtim,- me li Reco di dibisttana seretayî de dixwand – wî jî rewşa mine ne siruştî dît û pirsî. Min jê re hoy çêland.
Wê demê li ser rêya Reco û Efrînê makîne pir kêm bûn, her beyanî (sibê) sê bas rojane diçûne Helebê û berêvarkî vedigerîn.
Hefteyekê ez li Helebê mam û paşê vergerîm gund. Lê ew çi verger bû!!
Çûyîna Soviyetistanê
Di 5ê cotmeha (Oktober) 1972an buraqa min Malêv – hêla esmanî hungarî – ez li Mosko peyakirim. Li wir xwandin û naskirina pirkesan, lê dilê min her ji bona nasîna keçeke kurd lê dida ta roja 19ê nîsana 1979an şahiya Gêlasê, ji Başûrê Kurdistanê û min (ji Rojava) li bajara Lenîngrada bû.
Du zaroyên me, Hogir û Viyan li Mosko bi dunyayê ketin, ew ji dêbavê re nirxtirîn cewhrên vê cîhanê ne.
Di destêka 1984an em digîhnin Elmaniya, Bonnê, ew ji me re dibe welatê sêhemîn, Vîyan şoyê xwe ji Rojhilatê Kurdistanê di Nûrojekê de (Newroz) dibîne û Hogir jî li zanîngha Bonnê hevjîna xwe ji Bakûr dinase.
Çar neviyên me, Lanya, Juna, Lêvîn û Alan hene. Ew xeniyên me yên herdemî ne.
Bextiyariya tevî mezin.
Malbata min yekemîn malbat e di dîroka Kurdistanê de, me çar perçên Kurdistanê di malên xwe de kirin yek.
Ji min re ew bûneya bextewariyeke awarteyî ye.
1.7.2023