Îrade û dengê `45` milyon Kurd li Qamîşlo

 Îrade û dengê `45` milyon Kurd li Qamîşlo

Nivîs: Letîf Nêrweyî

Konferansa Qamişlo a yekrêzî û yekhelwesta Kurdî, waneyekî nû û gaveke wêrek, berpirsiyar û nîştîmaniyane bû. Ew yek selmand ku eger Kurd pêkve û yekgirtî bin, ew dikarin ji bo gelê Kurdistanê destkeftiyên girîng bi dest bixin û ji aliyê cîranên xwe û cîhanê ve rêz lê bên girtin.

Konferansa Qamîşloyê deng û îradeya 45 milyon Kurdan gihand cîhanê, çûnkî bêyî ku aliyek aliyek din tumetbar bike yan texwîn bike, bêyî ku aliyek xwe dûr bixe an boykot bike, bêyî ku parçeyekî Kurdistanê têbînî li ser parçeyekî din hebe, mîna newrozê îsal, hemûyan heman peyam hilgirtin ew jî peyama aştî, yekîtî, hevgirtin û yekhelwestiya gelê Kurdistanê û piştgiriya mafên rewa yên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bû.

Di wê konferansê de, General Mezlûm Ebdî di peyamekê de,spasiya wan serkirdeyan kir ku ji bo serkeftina konferansê hewl dane kir û yek ji wan serokên ku nave wî anî ziman, heval (Bafil Talabanî, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bû, navanîna serokê YNKê belgeya helwestên neteweyî yên YNKê ye, bi taybetî jî helwestên Serok Bafil Talabanî, ku di du salên borî de li çend merasîmên fermî de ragihandiye û gotiye: "Eger Kurdên hemû parçeyaên Kurdistanê yekbin û hevgirtîbin, hemû cîhan wê rêzê li me bigirin”, her wiha daxwaz jî kir ku yekîtiyek neteweyî were avakirin û bi wê yekrêzî û yekgirtinê welatên cîhanê neçarin ku rêzê li dengê 45 milyon Kurd bigirin.

Xweşbextane îro ev daxwaz li Qamîşloyê hat bicihanîn. Ev jî hêviyeka dêrîn a YNK û heval Mam Celal bûye û ji bo vê armancê, di 1/12/1977an li Beyrûtê paytexta Lubnanê de li ser daxwaza heval Mam Celal civîneke lûtkeyî  di navbera serkirde û nûnerên partî û aliyên siyasî yên herçar parçeyên Kurdistanê hate lidarxistin. Ku meriv dikare wê civînê wekî gava yekem a pratîkî ber bi afirandina yekîtiyekî neteweyî bide pênasekirinê.

Konferansa Qamîşlo û gihîştina belgenameyeke siyasî ji bo Kurdên Rojava selmandina wê rastiyê ye ku bi yekrêziyê Kurd dikarin metirsiyan û gefan ji bo berjewendî û pêşeroja gelê Kurdistanê veguherînin derfetan.

 * Letîf Nêrweyî

Berpirsê Borda Ragihandinê ya YNKê

Xelat/ wergerandin Dawûd Çîçek