EVÎNA DILÊ MIN KURDISTAN

EVÎNA DILÊ MIN KURDISTAN

Helbest: Suphîye Bulut

Ger tu bibî jehra di derziya tûpişk de

Ez ê xwe bidim ber wê derziya tûpişk

Bila derziya tûpişk li min bikeve kûr

Bi dilê vekirî û bi çavên tijî hêvî

Bila ew jehr bigihîje her hucreya canê min

Bila ew şehr biherike di damarên min de

Bê te jiyan ne jiyan e, ew tenê sîya mirinê ye.

Ger evîna te mirin be ez mirinê dixwazim   

Bila ew jehr di laşê min de bigere

Her lêdana dilê min bibêje Kurdistan

Çimkî evîn Kurdistan e û Kurdistan evîn e

Ev evîn mirin nîne ev jiyaneke ku tu carî namire

Xelat