Yar çû ji dest?
Helbestvan; Bêçarê Kurd
Qelen buha ji min xwest
Temen borî min neda
Lê yara min çû ji dest
Mixabin ew zû berda
Mam b'hizríng û keser
Gerîyan ez der bi der
Li malê bûme koçber
Lê dil çû xwe tê veda
Cîhanê kirim qeşmer
Ji xelkêra bûm rehber
Ji xwera jîm wer bê ser
Jana te xwe'd min werda
Wek birûskek li min ket
Di piştêra dil derket
Agir û pêt bû vêket
Zirav gurçik bi serda
Bêçar kirim l'vî banî
Ez kirim binya xanî
Wer gerandim nezanî
Gewr xemgîne hemberda
08/10/2024-Serzorî
XELAT
