EVÎNZÊYA MIN Î ... Merwan Berekat
Dêmfedok û dilervîn î
Evînzêya dildarê dîn î
Bilbila sibehan î tu
Xwînşêrîn û xemrevîn î
Dîlbera zamdarê dîn î
Xunava buharê yî tu
Nazdar û hem dilistan î
Memikşaşa xortê dîn î
Bihna şilêrên fedok î tu
Porxelek û çavhunguvîn î
Kesera eşqnoşê dîn î
Gelawêja şewqmest î tu
Tilîfind û sîngbişan î
Dêmbixala hêvîdîn î
Hêvana giyanê min î tu
Dîn, dîno û dîn im, dîn î
Xewna min a her zeman î
Aramiya dil, derman î tu
Helbest...Merwan Berekat
- 06. 2023