GUL Û BILBIL
Helbest: Siltana Memê
Sorgulekim baxçê te da, bilbilo,
Navê min te, carek neda, bê dilo,
Belg min weşyan, ba jî revand, serxweş bû,
Xwezî dengek te min veda, evdalo.
Beta vebûm bahozê da, hevalo,
Helyam agrê evînê da, delalo,
Dewsa min man xem û xeyal, heyrano,
Di nav hîs û hestên te da, bê malo.
Hezret tu yî, yan jî ezim, bilbilo,
Gelo ma ra çî ye lazim, bê halo,
Ma kerr bûyî, dil nabhîzî, heyrano,
Bistirê zîz, gulek nazim, helalo.
Biqîrîne, piştî salan, tîtalo,
Neçirpîne gula vînê,kemalo,
Bilîlîne, bide xinê, şîrîno,
Betal neke eşqa dila, cemalo.
08.08.2024s
XELAT