Oxirbe Beyto, Oxirbe keko...

Oxirbe Beyto, Oxirbe keko...

Hunermend: Xelîl Xemgîn

çi qedera meye, çi bextê meye birako ?

Dibêjin: çima stran, awaz, deng û neberatên we hezîn û dilşewatin, çima bêhna axîn, nalîn, êş û azaran ji hunera we tê, çima hunjî mîna hunermendên xelkê nabin. ma qey huner û hunermend ne ji bo kêf û xweşiyê hunerê dihûnîne?...

Heger xama hunerê Evîn be,Vîn be, ango huner bi wê xamê tê sitrandin, pêjandin... afirandin. wê demê girînge li Evîn/Vîn a me meyze bikin, bê çendî Evîna me sêwî ye, bê çendî bindest û di çi rewşê de ye!..

Ewan, ne êş û azarên me fêmdikin, ne jî difikirin ku Gelek, Netewek, çanda miletekî di bin qirkirina sipî, çandî de dijî.

Beytoca, nedikarî bibe hunermendekî pergalan, nedikarî bibe popilistekî pergalan... her weha nedikarî rewşa gelê xwe, êş û azarên li ser civaka xwe jî, ji nedîtî ve bijîn.

Ne milk ne mal, ne serwet û hebûn...

lê nirxên ku neyên ji bîrkirin ji gelê xwe re, li pişt xwe hişt. ku ev gel, ev civak nema ji bîr bike.

Em te ji bîr nakin BEYTOCAN

Sekoya Kurmancî