ÎJAR ÇI ?
Helbestvan: Seyrana Celad
Îjar çi wekî ? dilketî dûre,
Dişxule dil da çira û nûre,
Hezkirina rast çîya nanhêre,
Huba bi hesret gurre û kûre.
Îjar çi wekî ? dest min negirtye,
Dêmê fenerî tû car nedîtye,
Niqo nebûye zerya çevan da,
Nabîne evîn kênar derketye.
Îjar çi wekî ? yek car maç nekir,
Baharê tevî qulinga rêkir,
Herdem vedgerin xebera tînin,
Hêlîna hestan me wisa çêkir.
Îjar çi ? çawa bayê bawaşîn,
Bibûy rêwî yê ezmanê hêşîn,
Xalifand fikir, hiş û sewda ser,
Wek pelê darê giyan kir xişîn.
Îjar çi wekî ? bi hêvî guman,
Bendewar mane çend sal û zeman,
Vê cûrê dijîn, digrîn dikenin,
Qeder me dûrxe ji kul û xeman.
Îjar çi wekî ? sîngê zozanî,
Nebû ji te ra warê seyranî,
Bi bêhn û boxsê tîbûn neşkênand,
Lîstika hîsê nekir heyranî.
Îjar çi ? lêvên hingivîne sor,
Nedan ramûsan bi deqim û mor,
Wek gezo şîrîn, mijmijke evîn,
Qepeçe dike bi rehîşk û tor.
Lehengê dilêm yê roj û şevê,
Diteîse geş dişibe tevê...
XELAT