MOVETA PILATONÎK
Helbestvan: Seyrana Celad
MOVETA PILATONÎK
Mohbeta min welate,
Dîyarî û xelate,
Rabê jorîn bexşandye,
Nebêjin şaş, qelate.
Rehîşk avît pir kûre,
Ruh da dijî lê dûre,
Kizirand can û ceger,
Tirê derba kêr, şûre.
Evîndarim bê sînor,
Min dîn kirin lêvên mor,
Bo sîng-berê zozanî,
Tengezerim û dilxor.
Çevên mine bi kile,
Rondikava tim şile,
Dilorînim ber eşqê,
Ça şarûr û bilbile.
Wek min kesek nikare,
Hezke bike sitare,
Çiqas jî tu hêçxemî,
Tû car nabim betsare.
Ew hest ava qudrete,
Dikşe pir bê molete,
Qultek vedxum ez ji wê,
Qey tê bêjî şerbete.
Ber hesretê axkovan,
Te digerim dilkovan,
Hîs li min kir înkare,
Rûyê dijmin û hovan.
Huba herî dijware,
Ya Niştîman û ware,
Pilatonîk hez dikim,
Bûme pepûk hejare.
Yekalîye evîne,
Seyrê bû dil bi xwîne,
Tovê nazik gîyan da,
Zor-zehmetyê dikşîne.
Bi movetek pir şewat,
Bûm mirovek jîr qewat.
XELAT
