MEJÛ Û FAM

MEJÛ Û FAM

Helbestvan: Lîda Gerdenzerî

 

 

Min ciyê xwe nedît di dilê te da,

Peyvên te hemû boşin.

Te her tiştî di ro da berda,

Evîna me beta we da…

Tû serbestî,

Xwe bi zorê, xwe naxim dilê te?

Çi bikim,

ku te ji min hiz nekir.

Destê evînê, min dirêjî te dikir,

Bahê te, lêdixist,

Û, wê da dibir.

Ax te çi kir, te çi kir?

Te îtwarî winda kir,

Rehê me tune kir.

Bêje çika çima, te wisa kir?

Çima ji hiskirin a min, îna ne kir?

Te digo:

-di neynika te de,

dilqê evîndara min xwya dike.

Ca çavek lê mêzeke…

Lê min, 

xwe di neynikê de ne didît…

Min,

Rastya jîyanê tê de di dît…

12.06.2025

XELAT