KURO LAWO MİN NEKENE

KURO LAWO MİN NEKENE
Helbest: Mehmet Çobanoglu
Kuro lawo min nekene
Dilê min jî pir tenik e
Hevala min çû berî yê
Roj a îro zehf hênik e
Kuro lawo min nekene
Wele konê me ferîsî
Şebnem barî ser zozanan
Her destê min pir qerisî
Kuro lawo min nekene
Fixan ket nav zimanê min
Ez qurbana bejn bala te
Min re bêje kulîlka min
Kuro lawo min nekene
Zozanan de germ hindike
Dîsa min re bû xemgînî
Hebûna te min şêndike
Kuro lawo min nekene
Zû were min birevîne
Destê xwen bide destê min
Min zozanan birevîne
Kuro lawo min nekene
Ev banga min ji te re ye
Ez li benda te me were
Evina min têra te ye
08.10.2023
Stenbol
XELAT