Nezîreya min li ser Helbesta Seydayê Tîrêj
Helbest: Baqî Berûkî
Nezîreya min li ser Helbesta Seydayê Tîrêj
(EY WELAT IM)
Ey welat im can bi gorî gazina te j'min nebî
Tu dizanî bi şev û rojan ez xemxwarê te me
(Tîrêj)
Ey Kurdistana min xema neke qurbana te bim
Sond bi navê te heta ez sax bim kedkarê te me
(Berûkî)
Rêz û neqşê xameya min navê tey şêrîn û xweş
Her wekî bilbil dinalim ez pesindarê te me
(Tîrêj)
Nav û dengê te yê şêrîn tim li ser zimanê min
Kebara dengê melê me, sewta dildarê te me
(Berûkî)
Ger hemû kes aşiqê malê dinê çavên reşin
Ez evîndarê çiya û deşt û zinarê te me
(Tîrêj)
Xelk û alem şa bûn zêr û zînet û malê dinê
Hesret û keder im hêvî û bendewarê te me
(Berûkî)
Qebqeba dengê ribatim ku li ser şax û çiya
Tûtiyê kohê Metînim bazê Hekarê te me
(Tîrêj)
Bilbilê deng xweş im bo te dikim feryad û fîxan
Li çîyayê Herkolê mêrxasê çeperê te me
(Berûkî)
Şîrşîra teyr û tilûra me di nêv bax û rezan
Her wekî şalûr di nêv dehl û gulîzarê teme
(Tîrêj)
Wîte wîta çivîkan im li şax û zinarên te
Hêlîna teyrê baz im li ser sipîndarê te me
(Berûkî)
Ez sura bayê siba me xumxuma av û çema
Ez dîrokê ser devê milet û komarê te me
(Tîrêj)
Sehergehan ji bakur têm bayekî hênik û xweş
Niştecihê Cudî şehrê Nuh û bajêrê te me
(Berûkî)
Ez delalê dengê qîza me li qirş û qurmika
Dengê qotîna şivan horhora cotkarê te me
(Tîrêj)
Hole hola dengê bûlik û stran im newayê xweş
Hey heya şivan kale kala berx û karê te me
(Berûkî)
Himhima şêr û piling im dengê kovî û şepal
Qêrîna qaz û qulingên deşt û rûbarê teme
(Tîrêj)
Rustemê pehlewan im ez xwedîyê gûrzê zêrîn
Hîre hîra Rexşêbelek kevan û tîrê te me
(Berûkî)
Perdê tenbûra şivanim her yek hawakî didî
Rengê bilûra Memê j'koka sipîndarê te me
(Tîrêj)
Peyîzok û serêlî me newayê Botan im ez
Xweş hozan û dengbêj im dil kul û efkarê te me
(Berûkî)
Xeml û xêza keç û qîza me li govend û sema
Şapik û şalim li bejna canfîdakarê teme
(Tîrêj)
Bi kofî û lewendîme roja cejn û şahîyan
Li destê şervana Ala kesk û sor zerê te me
(Berûkî)
Dengê lîlandin û ew kofya serê bûka me ez
Dengê sazê cejnê Newrozim di avdarê te me
(Tîrêj)
Efsaneya Kawa me ser zimanê qîz û xorta
Find û çiraya roja bist yekê adarê te me
(Berûkî)
Her wekî rewşa gula me kesk û sor û gewr û zer
Rengê ala ku li banê şah û xunkarê te me
(Tîrêj)
Nêrgiz û gul û binefş im li deşt û zozanên te
Xwedîyê birca belek Bedirxan û mîrê te me
(Berûkî)
Vîngeha gelyê Elî beg xakî nav perda me ez
Bax û mêrg û dehlê şeqlawe û Berwarê te me
(Tîrêj)
Şaneşîna Fereşîn im çihê keyf û şahîya
Şemamoka bostanê Berûk û Bêdarê te me
(Berûkî)
Berfa Sîpanê xelat im şîp û ava kaniyan
Me'dena zîvê sipî û cok û cobarê teme
Tîrêj
Sêva baxê Xelat im sor û zer û şêrîn û xweş
Siyabendê Xecê me lewra evîndarê te me
(Berûkî)
Penc û tîrêjim di nîva çerxê gerdûnê teda
Şeb çiraxê çol û gund û şehr û bajarê te me
(Tîrêj)
Ceng û hêlan û vejîn im li vê dewrana dinê
Şewq û şemala jîngeha warkoz û warê te me
(Berûkî)
Xêz û bendê zendevesta me li gelyê Laleşê
Pîremerdê şehrê Yezdim ez li ber arê te me
(Tîrêj)
Xameya pênûsa Melê û Xanî me her dijîm
Pîrê xaka Cizîr im torevan şairê te me
(Berûkî)
Rengê Homan ol perestê pût û latê Azerim
Felsefa Mezdik û Manî neqş û nîgarê te me
Tîrêj
Bawermendê ol û dîn im kurê Nuh yê mezin im
Ji Ayetê Xweda me ez çar ziman û zarê te me
(Berûkî)
Hîmê qesra Serçixanê sûr û benda Amed im
Keleha Mardîn û Dara herdû bajarê te me
(Tîrêj)
Dîroka kevnar û nivîsarê keleha Wan im
Pirr ol û bawer im ez dêra Extemarê te me
(Berûkî)
Lenger û stûnê pira Bafet li ser dicle me ez
Kavilê Birca Belek rewşa ewî şehrê te me
Tîrêj
Pêlê çemê Botan im diherikim ji Şax û Miks
Birca keleha Herwex Hêşet û Berwarê te me
(Berûkî)
Torevan û şairim îro li nêv xaka welat
Xamekêşim dem bi dem ez xweş nivîskarê te me
(Tîrêj)
Hozan û dengbêj im li ser çîya û zinarên te
Wek bilbil dinalim aşiq û evîndarê te me
(Berûkî)
Dil bûye îro li min war û cihê derd û xema
Hemdemê jar û perîşan û sitûxwarê te me
(Tîrêj)
Cerg û hinav wekî pêt û ar im sebra min nema
Şev û roj feryad û fîxan dilbirindarê te me
(Berûkî)
Her dema roja te bê ez piştê nadim dijmina
Tu ji min bawer bike dijminê neyarê te me
(Tîrêj)
Roja şer û cengê de senger û lat û çeper im
Vê baş bizane kelemê çavê xwînxarê te me
(Berûkî)
Ger ku Tîrêjim bi rastî bîr û baweryam eve
Ta bi mirnê ger ne wa bim ez gunehkarê te me.
(Tîrêj)
Ez Baqîyê Berûkî sond heta saxbim li dinê
Eger ne li ser soza xwe bim ez bêarê te me.
(Berûkî)
Sêrt.
Xelat
