Xwepêşandana piştîvaniya Rojavayê Kurdistanê
Duh li sertanserî Başûrê Kurdistanê û bi taybetî li bajarê Silêmaniyê, xwepêşandanên gelek bihêz û mezin hatin lidarxistin.
Li bajarên Duhk û Hewlêr û Soran û Devera Raperîn û Germiyanê û hundirê bajarê Silêmaniyê ku bi sedhezaran kes rijiyan ser şeqam û cedeyan û bi yek deng gotin; Yeke Yeke Gelê Kurd Yeke, Bijî Kurd û Kurdistan, ku hemû gelê kurd li her deverekê bû, xwedî helwesta xwe a netewî derket û bi girsayî ji demjimêr 1 heya 6 ê hêvarê dirêjpêder bûn.
Ev yek nîşaneya rastiya doza gelê Kurd nîşan dide û yekrêzî û yekhelwêstiya gelê kurd nîşan dide. Ê dî bi riya van xwepêşandanan, gelê kurd dikarîn fişareke bixe ser rayadarên rêkeftina Parîsê û şermezarkirina reftar û nêzîketiyên nûnerê serokê Amerîka li Sûriye û her kesên ku destên xwe di wê komployê de hebû ye.








Xelat
