Li Amedê di Cejna Remezanê de otobûsên şaredariyê bêpere ye

Li Amedê di Cejna Remezanê de otobûsên şaredariyê bêpere ye

Şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê ya Bakûrê Kurdistanê, di rojên Cejna Remezanê de dê xizmeta veguhestina giştî bêpere pêşkêş bike.

Di roja arîfe û roja yekem a cejnê de dê bi 44 otobûsan seferên goristanên bajêr bên kirin.

Serokatiya Daîreya Veguhestinê, ji bo ku welatî di dema Cejna Remezanê de di veguhestinê de tu pirsgirêkan nejînin, bernameyeke amadekariyê ya berfireh da destpêkirin.

Şaredariyê diyar jî kiriye ku, di roja arîfe û cejnê de dê hejmara wesayît û karmendan bê zêdekirin, dê bi otobûs û rêyên zêde xizmet ji mizgeft û goristanan re bê kirin. Bi tevahî dê 257 wesayît bi 487 fermanberan li ser 89 rêyan xizmetê bikin.

Her weha ji bo goristanan jî 44 wesayîtên veguhestina giştî hatin peywirdarkirin.

 

XELAT