Pîşeszaiya Beniya

Pîşeszaiya Beniya

Nivîskar û Wergêr: Muhemed Şerîf Cilînî

Ji pîşesaziyên kelepûrî û gelêrî yên Kurdî, pîşesaziya Beniya, Eqûdê bi Erebiya Mêrdînî, Ciqat bi Erebiya Sûrî, Çiqmelben bi Erebiya Helebê û Sincoq bi Tirkî, bi vî hawî tê amade kirin:

1- Qinikên gwîza bi nermî ji qalikê têne derxistin û têne nermijandin şevekê di avê de, ji bo neyên şikestin dema bi derziyê di tayê pembo têne vedikirin.

2- Amade kirina rêzikên qinikên nermijê mîna tizbiyê, bi derziyê bi ta ve têne vedikirin, dive nabera qinikan ne bêtirî (1) cm be.

3- Amade kirina  pelûla bastîqê ji şira ava tirî bi arvan re, bi awayê ku hatiye diyar kirin, di gotara pîşesaziya Bastîqê de, ya berya niha hatiye belev kirin.

4- Rêzikên qinikên ên bi ta vekirî ne, têne noqkirin di pelûla bastîqê de, paş re noq kirina rêzikan , têne derxistin ji nav pêlûlê û têne bilind kirin,ji bo dadiwerandina dilopan, noqkirin û dawervirandin du car an sê car dibe, heya hemî navberên qinikan bi pelûlê tije dibin û qalikek ji pelûlê li ser qinikan rû digre.

5- Daleqandina rêzikên Beniya bi gulên dara ve, an bi ben ve, ji bo zuha bibin hem jî pelûl û qinik hevdu bigirin.

6- Paş zuha bûna rêzikên Beniya, têne aravan kirin, ji be benî mezeloq nebin, û têne dagirin di tûrên ji caw de, an di qutiyên ji text de.

Di nêrîna min de, ji belî qinikên gwîza, em dikarin navkên zerdeliyan (Mişmişan) an navkên Bindeqan bi kar bînin.

XELAT