Penaberekî Kurd di postekê bilind yê welatê Brîtanyayê de ye
Berovajî li mînakên penaberên kurd ên li welatên Ewropayê ku ji redkirina destûra mandinê û bêkariyê dinalin û jiyana wan dijwar û tejî astengîne, ciwanekî Kurd ê xelkê Herêma Kurdistanê xwedî postekê bilinde li welatê Brîtanyayê û cihê xwe vekiriye.
Li gorî Dazgeha Lutke a Karûbarên Aware û Penaberan`Serbaz Elî Berzencî` ciwanekî Kurd e û xelkê bajarokê Hacîawa yê Başûrê Kurdistanê ye , Li gundê Bingird yê ser bi bajarokê Hacîawa ji dayik bûye û 20 sal in li Brîtanyayê dijî. `Serbaz Elî Berzencî` hilgirê bawernameya doktorayêye di Endezyariya Sivîl de û li zanîngeha Londonê mamoste ye.
Di demên borî de `Serbaz Elî Berzencî` bi zorîneya dengên encûmena parêzgeha Londonê wek cîgirê parêzgarê paytexta Brîtanya (London)ê hatiye hilbijartin û niha li ser karê xwe ye.
Ev jî nîşan dide ku ciwanên kurd dikarin bê cudahî û li kêleka gelên xwecihî xizmeta hemwelatiyên welat û kurdên li wan welatan dijîn bikin.
`Serbaz Elî Berzencî` dibêje: "Şerefeke mezine ku mirov karibî xizmeta civak û xelkê xwe bikî û bibî nûnerê rasteqîne yê welatiyan û paşeroja xwe ji bîr nekî."
Wek stafa kovara Xelat a elektronî em serkeftinê ji `Serbaz Elî Berzencî` re dixwazin û hêvî dikin ku mînakên weku wan zêdetir bin.



XELAT
