Çîroka evîniyê ya Helîma û Xayîb

Çîroka evîniyê ya Helîma û Xayîb

Li gundekî ji gundên devera Behdînanê li parêzgeha Duhokê, du hevjîn bi navê Helîma û Xayîb dijîn, ev herdu jin û mêr zarokên wan tune ne, her weha bi gotina Xayîb di dema jidayîkbûna xwe de, yek ji destên xwe baş kar nake.

Herdu hevjîn hertim û di hemû rewşên dijwar û zehmet de bi hevre bûne û tevahiya karên xwe bi hevkariya hevûdû encam didin, her weha rojane mijûlî karên çandiniyê ne û çendîn darên fêkiyên curbecur di zeviya xwe de çandine, ji bilî karê cotkariyê (Xayîb û Helîma) heftiyê du caran diçin dibîstana gund paqij dikin.

Herdu hevjîn (Helîma û Xayîb) bûne hîmayek ji bo evîniyê û jiyana hevbeş li wê navçeyê.

 XELAT/KURDSAT