Werzişkara jin a Êzîdî li ser astê Êraqê pileya yekem bi destxist
Lîstikvana jin a Êzîdî (Cîlan Caro), ku di sala 2000an de li navçeya Şêxanê ji malbateke Kurd hatiye dinê. Ew çar salin li Hola Çira ya navçeya Şêxanê di lîstika hildana giraniyê de perwerdê dibîne.
Di hevpeyvînekê de ji rojnameya Kurdistanî Nwê re axivî û got; Di demên dawî de, wê beşdarî Şampiyoniya Hildana Giraniyê ya Êraqê bûye, ku di 19ê Kanûna Pêşîn a 2025an de li parêzgeha Duhokê hate lidarxistin, di wê pêşbirkê de bi 70 werzişvanên jin ên ji parêzgehên cûda yên Êraqê re, di rêza yekem li ser asta Êraqê de bi dest xist û 200 k.g hildaye.
Cîlan Caro got jî: Ev serkeftin wekî keçeke Êzîdî ji navçeya Şêxanê xwedî taybetmendiyên xwe ye. Pir girîng e ku keçeke Êzîdî beşdarî şampiyoniya Êraqê bibe, û ev ji bo keç û jinên din ên li navçeya Şêxanê û deverên derdorê handaneke mezine ku berê xwe bidin werzîşê.

Xelat/Kurdistanî Nwê
