Jinên Êzidî bê şert û merc li zanîngehan tên wergirtin

Jinên Êzidî bê şert û merc li zanîngehan tên wergirtin

Ji niha û pêve keç û jinên Êzidî bêyî ku ti pêwîstî bi temen yan nimreya giştî hebe dikarin li zanîngehan û xwendina bilind xwendina xwe bidomînin.

Wezîra Koç û Koçberan a Êraqê jî dibêje: Me ji bo vê yekê erêkirina serokwezîr wergirtiye.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Koç û Koçberan a Êraqê, (Îvan Fayeq Cabro) Wezîrê Koç û Koçberiyê yê Êraqê erêkirina serokwezîr Mihemed Şîya Sûdanî wergirtiye, ji bo kêmkirina êş û azarên jinên Êzidî pêşniyarên hatine pêşkêşkirin bi cih bînin.

Îvan Fayeq Cabro gotiye; "Yek ji pêşniyaran ew e ku, divê keç û jinên êzidî bêyî mercê temen û nimreyên giştî bikarin perwerdehiya xwe bidomînin, ev jî ji bo piştgirîkirina jinan û tevlîkirina wan di nava civakê de gaveke baş e.”

 

XELAT/ PUKMEDIA