Ferşad Girdkane xelata xwe pêşkêşî Efrînê kir

Ferşad Girdkane xelata xwe pêşkêşî Efrînê kir

Ciwanekî kurd bi navê Ferşad Girdkane, ku xelkê Rojhilatê Kurdistanê ji bajarê Kirmanşanê ye di heyama manidina xwe li Birûksilê, ev çar carin xelatên girîng bi dest tîne.

Di yariya herî dawiyê de jî, xelata mîdeliya zêrîn li ser asta Ewropayê bidest anî û pêşkêşî sê bajarên Kurdistanê kir ew jî (Efrînê, Kerkûkê û Urmiyê).

Di daxuyaniyeke xwe a ragihandinê de dibêje; Ez wek ciwanekî kurdê Rojhilatê Kurdistanê yê bajarê Kengewerê ya Kirmanşanê vê xelatê pêşkêşî Efrînê dikim ji ber ku di Efrînê de, guhertina demografî tê kirin û ez dibêjim ku Efrîn Kurdistanî ye û wê her bimîne Kurdistanî.

Ciwanê kurd ê Kirmanşanê aşkire kir ku wî xelata herî bilind li ser asta Ewropayê bi destxist û ji ber rewşa Efrînê û siyaseta ne rewa ku li dijî wê tê birêvebirin û guhertina demografîk tê de tê kirin, ez jî vê xelata xwe pêşkêşê Efrînî dikim, ji ber ku Efrîn Kurdistanî ye û wê her bimîne Kurdistanî.

Ev helwêsta Ferşad gelek cihê xwe di hundir dilê Efrîniyan û Kurdistaniyan de girt û ew wek sembolekî ciwanên kurdê Rojhilatê Kuridstanê wê were dîtin û navê wî, dê li ser rûpelên dîrokê bête nexşandin.

Xelat-Roşîn Serêkanî