Hevserokê Partiya DEM: Tu Mam Celalê Kurdên li çar aliyê cîhanê yî
Şandeya bakûrê Kurdistanê bi serokatiya hevserokê partiya DEMê Tuncer Bakirhan li bajarê Silêmaniyê serdana mezarê rewanşad Serok Mam Celal kirin.
Tuncer Bakrhan, hevserokê DEM partiyê di deftera bîranînan de nivîsandiye û dibêje: "Tu ne tenê Mam Celalê Kurdên başûrî, tu Mam Celalê her çar perçeyên Kurdistanê û cîhanê yî."
Tuncer Bakirhan bîranîna xwe di deftera de weha nivîsiye:
(Birêz Mam Celal
Heta ku çerxa dîrokê bizivire, tu dê di dilê gelê Kurd de bijî. Te jiyana seranser diyarî azadî û wekheviya gelê kurd kir
Ji bo çareserkirina pirsgirêka gelê Kurd te hemî rêyên çareseriyê û diyalogê ceriband. Tu ne tenê Mam Celalê kurdên başûr î, Mam Celalê Kurdên li çar aliyê cîhanê yî.
Te di jiyana xwe ye berwerdêr de, meşa xwe jî nav refên pêşmerge heta serokatiya Îraqê berdewam kir.
Em bi rêzdarî li ber te û tekoşîna te bejna xwe ditewînin.
Hevserokê Partiya DEMê
Tuncer BAKIRHAN

Xelat
