Romana `XANZAD` li parêzgeha Urmiyê bû pirtûka salê

Romana `XANZAD` li parêzgeha Urmiyê bû pirtûka salê

Li parêzgeha Urmiyê ya Rojhilata Kurdistanê, bi beşdariya 144 dezgehên çapê û 134 navnîşanên pirtûkan, şeşemîn gera xelata pirtûkan birêveçû.

Di nav pirtûkên ku beşdarbûyî de, 18 pirtûk hatin xelatkirin û 8 pirtûk di warên cuda de wek baştirîn pirtûkên salê hatine hilbijartin, ku romana Pîremêrd û Zerya ji wergêrana Şêrko Bêkes wek pirtkûên hêjayê rêzgirtinê û romana (Xanzad) ji nivîsîna Arêz Ebdulah wek pirtûka salê di beşê roman de hat destnîşan kirin.

Di wê barê de nivîskarê romana XANZAD ji rojnameyA Kurdistanî Nwê re ragihand: Piştî birêveçûna pêşbirkê û hilbijartina baştirîn pirtûk li bajarê Urmiyê li Rojhilatê Kurdistanê, ez hatim agahdar kirin ku romana XANZAD li ser astê parêzgehê û di warê romanê de hatiye destnîşan kirin.

Got jî: Ew roman ji aliyê dezgeha Raje li bajarê Mihabadê hatiye çapkirin û her wan jî xistiye nava pêşbirka pirtûkan a salê de.

Nivîskarê Romanê: Arêz Ebdulah

Xanzad romaneke dîrokî ye ku ji aliyê Arêz Ebdullah ve hatiye nivîsandin. Ev pirtûk bi du cild (234) rûpel hatiye çapkirin.

Nivîskar, Mîrxanzadî hem ji aliyê bejna xwe, hem ji aliyê xuya û hem jî ji aliyê cil û bergên xwe ve û hem jî weke jineke di nava sînorên desthilatdariya xwe ya li mîrnişîna Soranê de cih girtiye, weke romannivîseke xwedî ezmûn bi nav dike.

Nivîskar amaje bi wê yekê dike ku ji bilî bedewiya XANZADê wê, xwedî raman û mantiqeke din a xebatê bû.

Dema ku xwendevan dest bi xwendina romanê dike, pê dihese ku nivîskar xwediyê dinyayeke xweş e. Ev yek dikare wisa bike ku xwendevan hîs bike ku ew mîrê Soran ji nêz ve dibîne.

XELAT