Efrîn: Kêsefisek 50 milyon sal hat dîtin

Efrîn: Kêsefisek 50 milyon sal hat dîtin

Li herêma Efrînê Kêsefiseke 50 milyon salî hate dîtin ku rastiya dêrînbûna Kurdistanê dide nîşandan.

Her weha wek hatiye ragihandin ku tîmeke zanistî navnetewî ku ji aliyê zanîngeha Tobingin navenda Singinbirg ve ji bo Efrînê hatiye şandin. Wek tê gotin ku wê tîma navnerewî dikarî li Efrînê piştî ger û lêgerîn û velêkoînan, kêsefisekî ji 50 milyon sal ve bibîne ku vedigere bo serdema (Syriemys lelunensis).

Dirêjahiya wê kêsefisê 53 s.m heye û paneyiya wê jî bi qasî 44 s.m heye. Li gorî pişkinîna heyî ku Efrîn û Sûriye di jêr deryayê de bûne, hêdî hêdî dema ku ava deryayê namîne êdî jîndarên ku di avê de dijiyan reqbûn û wiha man ku yek ji wan ev kêsefisa ku niha li Efrînê hatiye dîtine.

Hêjayî gotinê ye ku li Efrînê berê jî pişkinîneke pêkhatibû ku di şikefta Duderî de zarokek dîtin. Her weha li gorî jêdera Kurdîpediyayê.

Şikefta dûderê li çiyayê Lêlûn, herêma Çiyayê Kurmênc – Efrînê ye. Şikeft li geliyekî ji yên çiyayê Lêlûn ku ber bi rojava ve dadikeve ye. Şêniyê gundên çiyayê Lêlûn ji wî geliyî re dibêjin Geliyê Şikefta Dûderê.  Rûberê şikefta Dûderê /60 x 40/ mitrî ye, ango /2400/ m2. Li gor zanyarê Japonya “Takîra Akazawa” şikefta Dûderê ji hemû şikeftên serdema kevirî ya pêşîn mezin, fireh û kûrtir e. Bilindahiya cihê şikeftê ji ser rûyê deryayê 500 metre ye.

XELAT