Şaredariyê 1 milyon şitil li Amedê çandin

Şaredariyê 1 milyon şitil li Amedê çandin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li deverên cuda yên bajêr milyonek û 152 hezar û 367 şitil çandin.

Midûriyeta Park û Baxçeyan, çandina nebatên ku di tavgehên xwe de hildiberîne û li nuqteyên cuda yên 4 navçeyên navendî yên bajêr tên bikaranîn didomîne û di warê aborî de teserûfeke girîng peyda dike.

Midûriyeta Şaxa Miştel û Darûberkirinê di çarçoveya xebatên xwe yên Nîsan û Kanûna 2024an de naverê, xaçerê û parkên bajêr bi milyonek û 152 hezar û 367 nebatên koma kulîlk, dar û kulîlkên ku li zeviyên tavgeha xwe hildiberîne xemilandin.

Midûrtiya Şaxa Miştel û Darûberkirinê li ser taybetiyên kulîlkên demsalî hilberandinê li ser mehên havîn û zivistanê dabeş dike û di mehên havînê de 600 hezar kulîlkên ji cureyên qedife, zinniya û çinî çandine.

XELAT