Mizgefta Mezin Sembola Dîrokî Ya Silêmaniyê Ye
Parastin û nûjenkirina mizgefta mezin a bajarê Silêmaniyê yek ji karên bi nirxe ji bo parastina dîrok û şaristaniyeta bajêr, her weha dade Hêroxan û Serokê rewanşad (Mam Celal Talebanî) xebatên mezin dan ji bo parastina kultura resen a kurdewariyê. Serokê YNK`ê Bafil Celal Talebanî jî berdewame li ser wê rêbazê û nûjenkirina mizgefta mezin bi erkekî pîroz dizane ji ber ku navendeke giring û pîroz a muslimanan e.
Her weha Bafil Celal Talebanî da zanîn ku nûjenkirina mizgeftê xizmetekî biçûke ji bo xelkê bajarê Silêmaniyê û wê di van hewlên xwe de berdewam bin.
Mizgefta Mezin a Silêmaniyê ji aliyê mîr (Îbrahîm Paşayê Baban) ve hatiye avakirinê û destpêkê weku zanîngehekê ji bo zanistê hatiye bikaranîn û (Îbrahîm Paşa) mîrê mîrnişîna Baban pirtukxaneya mezin a Baban ji Qelaçwalan guhastiyê mizgefta mezin piştî ku Silêmaniyê weku paytext desnîşan kiriye.








XELAT
