Roja Cîhanî ya Çayê li we nûşcan be
Îro roja Cîhanî ya Çayê ye, di vê rojê de, ez li we hemuyan nûşûcan û pîroz dikim.
Li hemû cîhan de, 21-gulanê roja cîhanî ya çayê tê nas kirin. Di vê rojê de, piraniya welatên cîhanê bi wêne û dîmen û gelek jî bi pêşengehan vê rojê bi bîrtînin û pîroz dikin. Li Efrînê û bi taybet di nava çiyayên wê de, çayê çê gelek navdar û bi wateye, çayê çê ji bo tenduristiya mirovan gelek sûd heheye û ji ber wê yekê jî, xelkê Efrînê bi piranî girîngî didin çayê çê.
Jinên kurd ên Efrînî di meha gulan û hezîranê de dest bi birefkirina çayê çê dikin û di malên xwe de hilîdinin û ji bo nexweşiyan jî bikartînin.
Nexweşiyên zivistanê bi taybetê wek: Serma, Kuxik, girîp û gewrê şewtandin û hinek nexweşiyên din. Ev çayê rengê wê ber zeriye û ne sore, lê mirov dikane hinek çayê reş jî têke nav û bi darçîn û hêlê bikelîne û wê pir xweş bibe. Ev çaya çê ji bo xwe lawazkirin û rêjêmê jê sûd heye û gurcikên mirov baş dike û pak dike û her weha dilê mirov jî çalak û xwînê jî asayî dike. Her weha ji bo tenduristiya mirov pir sûdên cuda cuda tê de hene ku ê herî baş parastina gurçika ye û zehîvkirin û lawazkirina laşê mirov e. Lê mirov bihêz dike û xwînê jî pir çalak dike.
Em jî di vê rojê de, çayê çê ya Kurdî û Efrînî li tevahiya gelê me nûşûcan û pîroz dikim û her pîroz be.
Çayê tiştekî gelek girîng û bi sûd e.
Nivîs: Hozan Efrînî
XELAT