Muzîkjeneke Kurd Ji Qazaxistanê Xelatek New Yorkê Wergirt
Hunermenda ciwan a Kurd Filît Dêlvîn di kategoriya kemanê ya Pêşbirka New York International Competition for Ferforming Arts de xelatek bilind wergirt.
Li gorî malpera Berbang a Kurdên Qazaxistanê, Filît Dêlvîn li Almatiyê ji dayik bûye û ji temenê xwe yê ciwan ve jêhatîbûneke bilind nîşan daye, bi rêkûpêk di festîval û pêşbirkên navneteweyî de bi ser ketiye.
Di CV-ya (jînenivîsa) wê de Grand Prix û xelatên bilind di Grand Music Festival, Magic Melodies û pêşbirkên din de hene. Serkeftina wê ya dawî li New Yorkê naskirina jêhatîbûna wê ye.


Xelat/ Berbang
