Zeyta an Cerba dendikȇn gulaberbero
Nivîs: Muhemed Şerîf Cilînî
Min wergerandiye ji lȇkolîna
Maria A. Grompone, bi zimanȇ Inglîzî, ku hatiye weşandin di pirtûka:
BAILEY’S INDUSTRIAL OIL And Fat PRODUCTS
An Zeyt û berhemȇn Qatixî (tewaşȇn) pîşesazbûyî ya Bȇylî (Baily)
Ev mijar li ser çend xelekan bȇ weşandin bi herdu zimanan Kurdî û Erebî
Zeyta dendikȇn gulaberbero -1
Çavdêriya dîrokî
Dendikȇn Gulaberbero (Helianthus annuus L )،,Yek ji kevintirîn cureyên dendikȇn zeytênî li Amerîkaya Bakur ye, ku ji malbata Compositae (Asteraceae) û regeza (Helianthus) e. Çandiniya rewika Gulaberbero yȇ vedigere demên beriya 3000 sal BZ, wekî ku bi belgên kevneşopî ên bi destketin e li deverên ku Hindiyên Hopî, yȇn li bakurê Arîzona nişte cih dibûn.
Li gorî vedîtinên kevneşopî din û çîrokên neritî, gelên xwecihî (resen) li seranserê navendî ya Amerîkaya Bakur, ji bakur ve ji Niyo Meksîko (New Mexico) heya Dakotas, û ji rojhilat ve ji Pennsylvania û Ontaryo (Ontario), Gulaberbero diçandin.
Xuya ye ku gulaberbero li Amerîkayê hatiye şîn (geşpȇdanî) bûye û kedî kirin,berî kedîkirina Garis, gelên niştecihȇn resen rewikên yekserî hevyazî dikirin, ji rewkên pir-serî yên ku li çolê geşpȇdanî dibin, cûda didîtin.
Hin Êl an Hozȇn Hindiyȇn Emerîka bakur, tovȇn (dendikȇn) gulaberbero rasterast dixwarin, an jî dihȇran dikirin ard û ardê ku derketî dihate pijandin ji bo bidestxistina nan. Kiryareke din jî kelandina ser û kokên pelixandî ne ji bo dermankirina nexweşî û gezȇn kêzika, zeyta ku ji tovan dihate derxistin ji bo laş û porê wek melhemek dihat bikaranîn, hem jî ji bo amadekirina (berhemȇn xweşkayȇ) makyajên rû û laş, û ji bo boyaxkirina caw û amûran jî, tov, gulpela (betela) û tozkuk an heleale dihatin bikaranîn.
Di destpêka salên 1500-an de ji aliyê vedîtnerȇn Spanî ve ku vegeriyan parzemînê, gulberbero derbasî Ewropayê kirin. Yekemîn lêkolîna zanistî ya rewikên Amerîkî ji hêla bijîjkê Sevîlyayê Nicolas Bautista Monardes (1508-1588) ve hatibû amadekirin, ku pirtûka:
(Historia medicinal de las cosas que se traen de nuestras Indias Occidentales), nivîsandibû di bin navnîşana : (Nêrînek bijîjkî derbarî tiştên ku ji giravȇn Hindistana Roava, pȇk dihat jisê bergan ve, di salên 1565, 1571, û 1574 de).
Di vê lêkolînê de, cara yekem Monardis, ku qet neçûbû Amerîkayê, şîrova wan rewikên ku gihaştine wî û wî li baxçeyekî rewikî ku ji bo vê armanca çandiye ava kiribû, her weha wî agahdariyan ji fermandarên deryayî, nizgînnera û rêwiyan stendibû.
Di heman demê de danasîna gulaberberojî heye - digel lêkolîna Monardis - ji hêla Rambert Dudoins ve di sala 1568-an de li ser çandingeha xew de çandin bû, pesindan gulaberbero hebû, lêkolîn hene ku jȇdera gulaberbero,bi Pîrû yȇ û Amerîkaya Navîn ve girê didin, lê niha tê bawer kirin ku ew jȇdera wê Amerîka Bakur e.
Ji Spanyayê dest pê kir, çandiniya gulaberbero zû li Fransa, Italya û bakur û rohilatê Ewropayê belav bû. Li gelek deveran, ew bûye çavkaniya pelên cixarê, kulîlkan ji bo di salatan de, an ji bo çêkirina boyaxê, tov (dendik) ji bo xwarinê û armancên dermanî, û derxistina zeyta pijandinê.
Dibe ku bedewiya kulîlka gulaberbero, dibe sedema bervenȇrîniya cotkarên pêşîn: ji ber mezinahiyȇ, zerîtiya geş, û her dem li ber rokȇ (tavê) ye. Ji ber vê yekê, nave: Helianthus, ji peyva Yewnanî helios, ku tê wateya rokȇ, û anthos, ku tê wateya kulîlk, û bi Spanî, Îngilîzî, Fransî û Elmanî têne gotin: girasol, sunflower, tournesol û Sonnenblumen.
Tovên gulaberbero heya sedsala 18-an wekî tovên zeytînî nehatine bikar anîn, Yekem belû (patent) ji bo derxistina zeytȇ bi awayȇ pîşesaziyê di sala 1716-an de li Îngilîstanê ji Arthur Bunyan re hate dayîn, ku tê de hatiye nîşandin ku toveke Îngilîzî, dibe were guvaştin da zeyteke şêrîn hilberîne. ji bo kesên bervenerȇn amade kirina hirî û boyaxê û hwd.. Tovên kulîlkên duserî û yekserî, ku bi navê gulaberberoj dihatin zanîn, ji bo derxistina zeytȇ dihatin bikaranîn.
Li Rûsyayê, tovên gulaberbero pêşkêşî Qeyser Petrûs I yȇ Mezin (1682 û 1725), li Holanda kirin û wî tov birin Rûsyayê. Li Rûsyayê, pêşveçûna herî girîng di bikaranîna tovên gulaberberoj de wekî xwarin û çavkaniya zeytê rû da. Dêra Ortodoks a Rûsî di heyama Rojiyê de xwarina gelek xwarinên ji jȇderȇn ajalî (Heywanî) qedexe kir, di nav wan de gelek çavkaniyên zeytȇ jî hebûn, ji ber ku ew tovên gulaberberoj wekî rewikekȇ zeyta wȇ hatine pejirandin ji jȇdera rewikî.
Çandiniya gulaberbero bi lez li Rûsyayê belav bû, ku belgeyȇn herî kevn a çandiniya wê vedigere sala 1770-an. Derxistina zeytê ji tovên gulaberbero yekem car di sala 1779-an de hate pêşniyar kirin, di encama pêşkeftina pîşesaziya derxistina zeyta kulîlkê, li Rûsyayê qada çandiniyê bi lez berfireh bû. bûye yekem û mezintirîn hilberînerê gulaberbero, dema ku nirxê çandiniyê hate nas kirin, hilberîna bazirganî di sala 1880-an de li ser 150,000 hektarî dest pê kir, ku ev hejmar di sala 1910-an de gihîştiye 1 mîlyon hektaî sala 1860-an vir ve li Rûsyayê xebatên lêkolînê yên pêşeng û girîng li ser başkirina naveroka dendikan bi zeytȇ hatine kirin. naveroka zeytê cûrbecûr rûsî di sala 1940-an de 330-gram zeyt ji kîloyek tovê bû, û di sala 1965-an de ji hêla Postovoit ve hatî pêşve xistin de, gihîşt 550-gram ji kîloyek dendik.
Di dawiya sedsala 19-an de, cûreyên rûsî yên çêtir kderbasî Balkanȇ, û çandiniya gulaberbero berfireh kirin, ji ber keşa (heyama) pir sar, berhem negihîşt bakurê Ewropayê.
Tovên gulaberbero di sedsala 19-an de ji hêla koçberên rûs ve ji bo xwarina mirovan derbasî Arjantînê bûn, û di destpêkê de li ser astek piçûk hatin çandin, heya krîza aborî ya cîhanî ya sala 1930. Cûreyên nû yên berxwedêr ên Amur li peymangeh an amojgeha (Enstîtuya) Neteweyî ya Teknolojiya Çandiniyê ya Arjantînê hatin pêşve xistin. (INTA).
XELAT