Encumena Penaberan Hunermendê Dêrîn Ebdirihman Ehmed Xelat Kir

Encumena Penaberan Hunermendê Dêrîn Ebdirihman Ehmed Xelat Kir

Roja duşemê 27-10-20225`an, min cîranekî xwe yê gelek rêzdar û hêja û nêzîk li bajarê Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê dît.

Ew cîran, gelek naskirî û hezkiriyê gelê xwe ye, hunermendê dêrîn û hêja û dengxweş ku yek ji parêzvanê parastina çanda kurdî ya resene mamoste (Ebdirihman Ehmed Koran) e.

Ez pir kêfxweş bûm, ez pir dilgeş û dilşa bûm bi dîtina mamoste (Ebdirihman Ehmed) û malbata wî ku ev yekemîn care serdana bajarê Silêmaniyê li Herêma Kurdistanê dike.

Ez spasdarê Roşîn Serûkaniyê me ku bi hatine mamoste (Ebdirihman Ehmed Koran) ez agahdar kirim ku hunermenda kurd a dengxweş Hêvîn Efrînî jî agahdarî rojnamevan Roşîn Serêkanî kiribû ku wê mamoste sardana Silêmaniyê bike.

Ewê herî girînge ewe ku min cîran û xizmê xwe yê pir hêja û rêzdar dît, ev dîtin ji bo min gelek watedar e, gelel nirxdar e.

Her weha ez bi dîtina Mihemed lawê hunermend jî kêfxweş bûm. Ku hîn jî hest û heneseyê Efrîn û çiyayê kurmênc di kesayetiyên wan de bikarin û bêhna Çiyayê Kurmênc ji wan tê, serbarî ku bi salan ji Efrînê dûrketine.

Hunermend Ebdurihman xwedî destkeftên huner û çanda resene û geşek berhemên xwe ê watedar hene û hîn jî dirêjpêdere.

Mamoste (Ebdirihman Ehmed) helbestvan û hunermend ku sala 1947`an li gundê KORAN ya ser bi Cindirêsê li Herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê û pişt re xwendina xwe bi dawî nake ji ber rewşa jiyanî û ji gundê Mîrkan hevjîntiyê pêktîne û piştre jî berê xwe dide bajarê Helebê û li wir ji ber fişarên rêjîma Sûrî, berê xwe dide welatê Siwîsrayê bajarê Ziyûrixê û li gel zarokên xwe li ewropayê jiyan berdewam dike.

Lêji 12 saliyê dest bi karê hunerî kir, û saz û tembûr bi destên xwe çêdikir û yekek ji sazmend û tembûrvanên herî navdar û girîng li Herêma Efrîn û Rojavayê Kurdistanê ye.

Herdu zarokên wî jî mûzîkjen û hunermendin Mihemed û Ehmed jî ku xwedî hunereke ciwan û pêşketîne. Mihemed gelek caran bi hunermendê mezin ê kurd ê navnetewî Şivan Perwer re li sazê da ye.

Her weha roja 28/10/2025’an jî mamoste (Ebdurihman Ehmed) serdana mekteba bîrûhoşiyarî û ragihandinê kir û bû mîvanê saziya (Xelata Kumancan) ku taybete bi karûbarên zerevaya kurmancî latînî.

Di pêşwaziya hunermend Ebdurihman de her yek ji rêzdaran (Hozan Efrînî) nivîskar û sernûserê Xelatê û (Dawud Çîçek) cîgirê sernûserê Xelatê û (Roşîn Serêkanî) bêjera Radyoya DGK jî amadebûn.

Piştî danustanekê bi stafa Xelatê re,  nivîskar Hozan Efrînî pirtûka xwe ya bi navûnîşana "Mam Celal Sembola Netewî Ya Kurd" pêşkêşî kir û piştre jî ji aliyê Dawud Çîçek û Roşîn SerêKanî ve xelata Encumena Penaberên Kurdên Rojava-Sûriye ji bo hunermend Ebdurihman hat pêşkêşkirin ku ji ber kar û xebat û erkên parastina çand û hunera kurdîpir bilind hate nirxandin.

** Nivîs: Hozan Efrînî

 Xelat