Textê Silêman, Navenda Desthildarî û Ola Zerdeştiyan

Textê Silêman, Navenda Desthildarî û Ola Zerdeştiyan

Textê Silêman, yek ji şûnwarên kevinare li parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê ku dikeve bajarê Tîkabê û dîroka wê vedigere bo 3 hezar sal berê û di lîsta şûnwarên cîhanî ya (Yunsko) de hatiye tomar kirin.

Textê Silêman wek cihê jidayîkbûna Zerdeştê pêxember tê binav kirinê û 5 qonaxên dîrokî û şaristaniyetên mirovî li xwe girtiye , ev cih mezintirîn navenda fêrkarî û perwerdeya olî ye ya berya Îslamê bûye.

Di nivîsên Pehlewiyan de textê Silêman wek (bajarê biçûk) hatiye binav kirin ku dikeve geliyekî bi hişînahiyê û keskayî dagirtiye û li gorî hin belgeyên kevin ew cihê jidayîkbûna Zerdeşte. Her weha ew bajarê kevin û dîrokî cihê mayîn û nîştecîbûna (Mad, Haxamenişî, Eşkanî û Sasanî û Mexuliyan) bûye.

Di sala 624 ya zayînî de, piştî êrîşa Împeratoriya Romê, Îran hate wêran kirin û piştî ruxana Sasaniyan û êrîşa ereban bo ser Îranê, Textê Silêman wek navendekî olî, leşkerî, bazirganî giringiya xwe winda kiriye.

Piştî hatina Îslamê bo deverê mezintirîn zelamê olî yê Zerdeştiyan (Mubdî Mûbdan) digel serleşkerê artêşa Îslamê li deverê lihev kirin ku li hemberî pêdana bac û seranê, agirê ocaqa perestgeha wê, wek xwe bihêlin û venemirînin. Ji ber wê yekê jî agirê ocaqa perestgeha Texta Silêman heta 400 sal piştî hatina îslamê her pêketibû û geşbû. Di serdema Selçuqiyan de hêjmareke zêde ji Zerdeştiyan bi dare zorê Îran bicî hêştin û agirê pîroz ya Behramiyanê digel xwe birin Hindistanê.

Piştî hatina Mexulan jî ew dever wek havîhawara paşayên xwe hilbijartin û hjêmarek avahi ku temenê wan vedigere berya 700 sal berê belgene li ser wê yekê. û piştî ruxana hikûmeta Îlxanî ya Mexulî, textê Silêman bûye gund û bazarekî werzî , her weha di serdema Sefewiyan de jî bûye cihê eşîrên koçer.

XELAT/ Kurdistanî Nwê

 https://www.knwe.org/KU/Details/18517