Bîranîn.. Di nav sazbendiya Kurdî da navê Egîtê Cimo bûye efsene

Bîranîn.. Di nav sazbendiya Kurdî da navê Egîtê Cimo bûye efsene

Nivîskar: Eskerê Boyîk

Di nav sazbendiya Kurdî da navê Egîtê Cimo bûye efsene. Ji sala 1960 da ez wî evdê mezin nas dikim. Wê demê ez xwendevanekî gênc bûm lê ew êdî sazbendekî bi nav û deng, naskirî. Bawarkî li nav kurdên Sovêtê da degme kes hebûna ku ew nav nizanbûna. Dema digotin Radyîoya Kurdî ya Yêrêvanê, berî teva Egîtê Cimo dihate bîra xelkê.

Di demezrandina wê fonda zêrîn, wê xizna kilam û ewazên kurdî ku li Radîoya Yêrêvanê da hatye tomarkirin û tê xweyîkirin emek û keda Egîtê Cimo ya herî mezin e.

Niha ew sazbendê gewre- mîrê bilûrê ji heyştêyî derbaz e. Ez ji bextewarim ku destê wî, yê ewzên batinî helbesteke min jî ketiye. Van roja min li nav Arşîva kaxazên xwe yên kevin da hejmara rojnema RYA TEZE ya 5 ê meha Adarê sala 1972 a dît. 42 sal berê wê hejmarê da helbesta min ya LÊ NARÊ bi nota û ewazê Egîtê Cimo hatiye weşendin.

Klam bi latînî eve:

Derenge werê,werê.

De lê, lê, lê, lê Narê,

Qîzik çûne pincarê,

Min sûretê sor xwarê.

Lê xezalê tu kuyî,

Çiya medene, tu werê,

Werê ku çiya bikenin,

La min kenê te xwerê.

Kulîlk hîvya bedewî,

Xemila tene delalê,

Were ku ew te hînbîn

La min çe’vê reş xwerê.

Naziya neke, zanî ku

Hîviya teme kubarê,

Were meniya pincarê

Min pincara te xwerê.

Ev helbest pirtûka mine helbesta ya Kulîlkê Çiya da hatiye weşendin. Yêrêvan 1975.

Eva bîst salî zêdetire min ew hunermendê xweyî hizkirî nedîtiye. Ez jêra sehet-qewatê - saxlemiyê dixwezim û silavê xwe jêra dişînim.

Xelat