Malper û rola wan di naskirina peyvan de "Malpera Gelawej Xan" wek mînak

Malper û rola wan di naskirina peyvan de "Malpera Gelawej Xan" wek mînak

Nivîskar: Karwan Enwer

Di dem û zemanekî de diviyabû tenê pirtûk û parçe kaxiz bibûn berhevkarên Ramanan û nêrînan, bêhna kaxizan û merekeb, bêhna malên kesên rewşenbîr û xwendevanan bû, çekmece û refên pirtukxaneyan hilgirê bîrên rewşenbîrî bûn, bi rêkûpêk danîna pirtûkan û bêhna kaxizên kevin, tabloyekî ciwan û bedew rewneq bi malan dibexşî.

Îro hindik maye ku bêhna pirtûkan di poz (bêvla) meriv da namîne, bi degmen di malan de pirtûk têne dîtin, zarok tenê pirtûkên xwe yên dibistanê dinasin, dezgehên çap û belavkirinê li vir û li wir hindik maye îflas biki, hindik maye pirtûk tenê ji bo dibîstanan bê bikaranîn.

Li navenda poşayiya pirtûk û pirtûkxaneyan de qereke alternatîfek ji bo pirtûk û arşîvkirin û dokomêntariyê bê dîtinê … bêgoman malper (WEB SITE) niha wê role dibînin, bi rêya hilgirtin û belavkirina bi deng û reng û nivîskî, rolekî baş dibînin ji bo parastina destnivîsan…

Bi pêşketina sedemên ragihandinê re, dewlemendkirina fikir û ramanê di warê nivîsandinê de gavek mezin avêtiye, dema ku tenê rojname bûn sedem, biwarê arşîvkirin û belgekirinê sinordar bû, paşê bi serhildana maykro filîm û telefizyonan, babetên li ser refan bon ava kasêtan û maykrofilîman hate guhaztinê û di serdema herdu şerên cîhanê a yekem û duyemîn de van faktoran bêtir kar peyda kirin û gihîştin lûtkeya hilgirtina ramana mirovatiyê di warê biserhatiyan û wêje, huner û tomarkirina hemû mijarên gerstêrka Erdê de.

Gerdûnîbûna îroyîn û kêmkirina belgeyên di mîmoriyan de, bi tevahî dibe alîkar ku hemû nivîs û çîrok û biserhat û gewherê ramana mirovî bikeve çarçeweya hilanîn û bikaranîna wan bo nifşên pêşerojê, îrojî em Kurd ji vê teknolojiyê bêpar nînin, me karî li ser astekî berfireh sûd ji teknolojiya werbigrin û ev sûd wergirtine jî di biwarê niuvîsîn û roman û wêje, helbest û çîrokê û hemû hunerên dinê bi xwe ve girtiye.

 Eger em behsa çend nimûneyan bikin ku teknolojiyê alîkariya belavkirina ramanan kiriye û wan ji windabûnê parastiye, em dikarin behsa gotarên yek ji nivîskarên jin ên Kurdistanê bikin ku di nivîsên wê de mohra taybet û dest û tiliyên jineke nivîskar pêve diyar dibe ku mohra wê naşibe tu nivîskareka dinê.

Ev jina nivîskar çendîn çîrok û çîrokên dirêj û roman nivîsandine, hinek ji wan afirandine, gelek babet û gotar wergerandine zimanên din, û di babetên xwe de biserhat û çîrokên serdemekê tomar kirine ku dikarin ji nifşên paşerojê re wek xezîneyek tomarkirî werin pêşkêşkirin, bên xwendin û bêne çapkirin.

Hilgirtin û arşîvkirina van babet û gotaran di du cildên malperekê de karekî profesyonel dixwaze. Dikarin bi awayekî pirtûkxaneyeke elektronî de wek ezmûnekî nû hemû babet bên amadekirin  ji bo xwendinê.

Ev gava malpera (Web Site)a  Gelawêj, wekî ezmûnek nû dikare hemî nivîskar û wêjevan çav li vê diyardeyê biken…

Ger çanda arşîvkirin û hilanînê di nav nivîskarên me de bibe adet, bê guman ew ê bibin sedemek baş ji bo bêtir belavkirina çandê li ser astekî berfireh de, ji bilî bikaranîna refên pirtûkxaneyê, malper wê bibin kana xweperwerdekirin û rewşenbîrkirinê û berdewambûna rewta xwendinê û veguheztina vê çandê ji rûpelên kaxezê ber bi ekran, smartfon, malper û rûpelan, ya giring ewe ku proseya xweperwerdekirin û xwendinê berdewam be û herdem ligel guhertin û pêşkeftinên teknolojiyê, em li kêleka vê proseyê berdewam bin û ji pêvajoya berdewamiya nivîsandin û xwendinê qut nebin.

Ev mînaka Malpera Gelawêj yek ji wan nimûneyan e ku divê em wek ezmûn lê binerin û serkeftina vê ezmûnê bigihînin hemû nivîskar, hunermend, rewşenbîr û rojnamevanên din ên Kurdistanê.

Ji Soranî: Dawûd Çîçek

 

XELAT