Ehmedê Xanî - Kesayeta Edebî .... Beşa 2

Ehmedê Xanî - Kesayeta Edebî .... Beşa 2

Amedekar: Mahir Taha

BEŞA II.

Kesayeta Edebî

Di dîrokê de gelek kesayetên navdar û rêzdar di serdemên xwe de zêde nehatine fêmkirin û qedrê ku layiqî xwe ne nedîtine. Ehmedê Xanî jî ew serdema ku tê de jiyaye li gor navdariya xwe nehatiye fêmkirin û hêjayî nirx û rêzdariya xwe nehatiye dîtin. Xaniyê ku ramanwerekî mezine, di salên dawiyê de pêwendî pê re hatiye dayîn, aliyê wî yê edebî û entelektûelî hatiye fêmkirin. Ehmedê Xanî, erebî, farisî û tirkî jî wekî zimanê dayika xwe kurdî baş dizanî û dikarî bi van zimanan helbestan bi hosteyî binivîse. Ji zarokatiya xwe de ji aliyê ilmê(zanîn) ve pêşve çûbû, di tevahiya jiyana xwe de di nav ilm û zanînê de bû. Ehmedê Xanî, di serdema xwe de helbestvanên ku ji bo meqam, pere, berjewendiya helbest nivîsîne rexne kirine û ilmê ji bo wan hatiye dayîn ji bo bikaranîna berjewendiyên şexsî aciz bûye.

Bizavên ilmî, ji bo ku gelê xwe pê ronîbike û fikrên xwe belavbike wekî amûrekê dîtine. Bêguman berhema wî ya di vê derbarê de herî zêde tê zanîn Mem û Zîn e. Alim û edîbênberiya Ehmedê Xanî berhemên xwe bi erebî û farisî nivîsîbûn. Xanî, dizanî bû ku berhemên xwe li şûna erebî û farisî bi kurdî nivîsîn, ji bo wî baş nîn e û ev rewş di beytên berhemên xwe yên têkel de aniye ziman.

Xanî, dixwest ispat bike ku kurdî ji erebî û farisî kêmtir nîn e û divê paşvetir jî neyê dîtin. Bi vê armancê li ser çîrokên kurd ên gelêrî perwerdehî daye û li şûna erebî û farisî kurdî wekî zimanê perwerdehiyê bikaraniye. Di berhemên xwe de bikaranîna kurdî, ya bi awayekî bijarteyî bi taybetî jî berzkirina wî ya wateyên têgehên klasîk, nîşandide ku Xanî çiqas zana û hosteyê ziman e û alîgirê edebiyata klasîk e. Xanî, edebiyat wekî awêneya gel bikaraniye û zanîn û danehevên ji nifşên beriya xwe wergirtine, wekî mîrateyekî girîng ji nifşên dema me re hiştine. Ev xîreta wî ya xwedî bi nirx, her çiqas di dema wî de nehatibe fêmkirin jî, di serdema ku em têdene bêtir hatiye fêmkirin û di nav edebiyata cîhanê cihekî xwe yê girîng heye û berhemên wî bi gelek zimanan hatine wergerandin û çawaniyeke gerdûnî bidest xistiye. Ji bo jiyîn û pêşkeftina zimanê kurdî kedeke pîroz û serfiraz a Ehmedê Xanî heye. Ew, ji ber rêzdariya xwe ya kurdî û hezkirina gelê xwe, di jiyana xwe de riyeke awarte bijartiye û di vê rê de dest ji jiyana xwe ya xweser kişandiye û ji bo ku bigihe vê armanca xwe ya pîroz bi ruh û can xebitiye. Di nav berhemên Ehmedê Xanî de yên ku gihiştine roja me(Mem û Zîn, Eqîdeya Îmanê, Nûbehara Biçûkan û Dîwan) bêguman a herî zêde tê zanîn û bi nav û deng Mem û Zîn e. Tevî ku hejmara wan kêm e jî, ev berhem ji serdemên ku hatine nivîsîn, bi naverok û peyamên xwe ve berhemên gerdûnî ne û bangî hemû qirnan dikin. Ev berhem bi taybetî ji aliyê nasname, çand û xwemaliya kurdan ve gelek girîng û watedar in. Ligel berhemên Xanî yên ku gihiştine destê me, tê zanîn ku berhemên Xanî yên negihiştine roja me jî hene.

BEŞA III.

Berhemên Wî

Nûbehara Biçûkan

Xanî, dema berhemên xwe dinivîse birêkûpêk tevdigere. Li gorî aligir û xwînerên xwe naverok û avaniya berhemên xwe pêkaniye. Ev berhem ji bo pêkhatina bingeha perdehiya olî, ku bi awayekî hêsa ola xwe hînbibin û ev berhema ku têde têgehên olî zêde hatine bikaranîn ji bo zarokên kurd nivîsîye. Di naveroka wê de ji malbatê heta civakê, ji ol heta perwerdehiyê, ji siyasetê heta şîretan û gelek mijarên din agahiyên berfireh hatine dayîn û rê li ber şîroveyên têgehan vekiriye. Dema bi awayekî baldar li ser vê berhemê lêkolîn bêne kirin, mirov dibîne ku Xanî dema naveroka vê berhemê çêkiriye, gelek bi baldarî li ser sekiniye û mijar birêkûpêk şopandine. Mijar bi rêbaza bi hêsayî ber bi dijwariyê ve, bi zanîn ber bi nezanînê, bi nêz ber bi dûratiyê ve vehonandiye û ji ber vê jî em dibînin ku Xanî di heman demê de xwedî agahiyê pedagojiyeke baş e. Nûbehara Biçûkan a Ehmedê Xanî ku 1683 an nivîsiye, ferhengeke menzûm a bi erebî û kurdî hatiye nivîsîne. Di medreseyan de pergala perwerdehiyê bi piranî li ser jiberkirinê bû. Xanî, ji bo ku jiberkirinê hêsan bike ev berhem bi awayekî menzûm amadekiriye. Ferheng nêzî 220 beytan pêk tê û ji 1000 an zêdetir peyv û têgehên erebî têde hene û beranberî wan kurdiya wan jî hatiye nivîsîn. Ev ferhenga ji 13 beşan hatiye amadekirin, ji ber ku bi awayekî menzûm hatiye amadekirin bêje ne li gor rêza alfabetîk, li gor pêdiviya rewşa kêş û serwayê hatine rêzkirin. Beşa berhemê ya destpêkê, ya yekemîn û ya dawiyê li gor rista serwaya mesnewiyê û beşên din jî li gor rista serwaya xezelê hatine amadekirin. Ev berhem, ji xeynî ku xîtabê kesên zana bike, bi ramanca ku zarokên biçûk ên kurd zimanê dayika xwe hînbibin hatiye amadekirin. Di beşa destpêkê de bi armanca ku zarok di xwendin û hînbûna hevoksaziya Qur’anê de zehmetiyê nekişînin hatiye nivîsîn. Bi vî awayî Xanî, rê li ber ciwanên zana û ciwanên ku zimanê xwe dizanin vekiriye. Xanî, dizanî ku zarokekê zimanê dayika xwe baş dizane, dema zimanekî din hîndibe zehmetiyê nakêşe û bi vî awayî dema Qur’ana Kerîm jî dixwîne dê baştir têbigihije û ev berhem li gor vê hêsaniyê amadekiriye. Daxwaza wî ya herî mezin a ji zarokan, dema ders digirtin û dixwendin ji bo civakê bibin kesên bi feyde, baş û dilovan. Xaniyê ku gelek dixebitî û ji bo civakê ciwanên dilsoz bigihîne, duayên zarokan ên hêja jî digirtin. Ev ferhenga menzûm, cara pêşî di pêveka pirtûka Yusuf Ziyaeddin Paşa ya bi nave “el-Hediyyetû’l Hamîdiyye fi’l-Lugat’l-Kurdiyye”de hatiye weşandin(Stenbol, 1310, s.279-297). Heman çap jî ji aliyê A. Von Le Cop ve di pirtûka Kurdische Texte de hatiye weşandin (Berlin 1903, 1,1-47). Piştre dîsa ji aliyê Abdusselam Naci elCezerî ve hatiye sererastkirin û weşandin. Zeynelabidîn Zinar, ev berhem bi tîpên latinî wergerandine û weşandiye. Ji bo vê ferhengê ji aliyê Ahmet Hilmi el-Kugî ed-Diyarbekrî ve, bi navê Gulzara Hamûkan Şerha Nûbehara Biçûkan şerhek hatiye nivîsîn. Ev şerh (şîrove) piştre ji aliyê Mehmet Emîn Bozarslan ve wekî ferhengeke tirkî-kurdî tê çapkirin(weşanên Çıra, mijdar 1978, Stenbol). Her wiha ji aliyê Le Cop ve jî heman berhem hatiye çapkirin.

Eqîdeya Îmanê

 Peyva “akîde” ku ji erebî tê, di ferhengê de tê wateya “ben girêdanê, girêdan, sond, ehd û neguhêzbar”ê. Peyva “itikat”ê jî ku ji heman bingehê hatiye bi peyva “îmanê” re hemwate tê bikaranîn, tê wateya wekî bi ben hatiye girêdan, bawerkirina ji dil a tiştekî û pejirandina ji dil a tiştekî. Di vê rewşê de “aqîde”tê wateya girêdana ji dil. Em dikarin beranberiya wê ya di terminolojiyê de wekî rêgeza ku bawerkirina wê pêwîste (bingeha îmanê) binav bikin. Li gor vê aqîde, tê wateya “rêzikên bingehîn ên ola Îslamê, darazên ku baweriya wan pêwîst e”. Ji vî ilmê ku qala rêzikên bingehîn dike jî aqaîd hatiye gotin. Têgeha aqaîd wekî bi çar wateyan tê şîrovekirin, berhema Ehmedê Xanî ya ku li ser tê axaftin ji bo ku qala doktrin û rêgezên Îslamê kirine dikare wekî “Rîsaleya Baweriyê” bê wergerandin. Ev berhema ku dikeve ilmê baweriyê de, li gor guncawiya ilmê aqaîdê, agahiyê di derheqê binyada baweriya ola îslamê de dide. Xanî, li Bazîdê di medreseya ji aliyê wî ve hatiye avakirin de, perwerdehiya bi kurdî kiribû mecbûrî. Lê jo bo ku ev perwerdehî bihata dayîn, pêdivî bi berhem û çavkaniyan hebû. Ji ber vê pêşiyê berhema xwe ya Nûbehara Biçûkan, bi armanca zarokên ji nû dest bi medreseyê dikin û bi zimanê dayika xwe ku hînbibin dinivîse. Ji bo ku zarok çawa zimanê dayika xwe dizanin, ji bo ku ola xwe jî bi zimanê dayika xwe bizanin û hînbibin, Eqîdeya Îmanê nivîsiye û perwerdehiyeke ku zarokên kurd ji zimanê dayika xwe dûrnekevin pêkaniye. Xanî, ev berhema xwe ji bahîrên erûzê, li gor bahîra “mûtekarib” nivîsiye û tef’ileya bingehîn a vê bahîreyê ku qalibên wê yên têkel hene “feûlun, feûlun, feûlun û feûlun e. Ev qalibê ji bo helbesta Kurd a dîdaktîk gelekî kêrhatiye, di berhema Mele Xelîlê Sêrtî ya Nehcu’l-Enam a bi Kurdî hatiye nivîsînde û di berhema bi kurdî ya Şêx Ebdurehmanê Axtebî ya bi navê Revdetu’n-Ne’îm de hatiye bikaranîn. Çar sal piştî nivîsandina Nûbehara Biçûkan, ev berhema ku sala 1687 an hatiye nivîsîn, ji 70-73 beytan pêk tê. Her beyta di berhemê de di nava xwe de xwedî serwa ye. Berhem, bi celebê “mesnewî” ya edebiyata dîwanê hatiye nivîsîn. Di dîroka kurd de cihekî girîng yê vê berhemê heye. Lewma ev berhem, piştî Nûbehara Biçûkan duyemîn berhema di medreseyan de hatiye xwendine. Yekemîn berhema kurdî ku di qada ilmê olê de hatiye nivîsîne. Her wekî din, naveroka berhemê û honandina nivîsê, ji bo berhemên piştî wê tên nivîsîn mînak e.

Berdewamî heye....

XELAT