Mîr Sûreya Bedirxan û Rojnameya KURDISTAN

Mîr Sûreya Bedirxan û Rojnameya KURDISTAN

Nivîskar: Konê Reş

Di 127 Saliya Rojnemegeriya Kurdî de; werin em Mîr Sûreya Bedirxan û Rojnameya (Kurdistan), bibîr bînin.

Wî di sala 1917an de li Misrê, bajarê Qahîre rojnameya (Kurdistan/ 1917) weşandiye. Wî jî daye ser şopa herdu mamên xwe; mîr Miqdad Medehet û Abdurehman Bedirxan yên ku rojnameya KURDISTAN a dayik weşandine..

Mîr Sûreya Bedirxan birayê mîr Celadet û mîr Kamîran Bedirxan yê mezin e û rola wî di şanda Şerîf Paşa ji bo kongreyê (Sîverê), mezin bû û wiha jî di avakirina komeleya Xoybûnê de li Libnanê sala 1927an..

Rojnameya wî Kurdistan: Rojnameyeke kurdî û tirkî bû, cihê weşandina wê li Qahîre bû, xwedî û berpirsyarê wê Mîr Sûreya Bedirxan (1938-1883), an Ehmed Sûreya Amîn Alî Bedirxan bû.

Mîr Sûreya Bedirxan di sala 1938an de li Parîsê çûye ber dilovaniya Xwedê.

 

Qamişlo, 19.04.2025