Xebatên ji bo fermîkirina zimanê Kurdî li Bakûrê Kurdistanê

Xebatên ji bo fermîkirina zimanê Kurdî li Bakûrê Kurdistanê

Li Amedê, Platforma Zimanê Kurdî (PZK) bi beşdariya akademîsyen û siyasetmedarên girîng paneleke girîng li ser rewşa zimanê Kurdî û makezagonê pêk anî.

Berdevkê platformê Şerefxan Cizîrî, berî destpêka panelê di daxuyaniyeke çapemeniyê de hişyariyeke girîng da û rewşa zimanê Kurdî li bakurê Kurdistanê nirxand.

Di panelê de zimanzan û nivîskarê navdar Malmîsanij, parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş û hiqûqnas Mehmet Emîn Aktar wek pispor beşdar bûn. Gelek nûnerên saziyên sivîl, endamên partiyan krudi nav de hebûn û rewşenbîr jî di panelê de amade bûn.

Cizîrî, di daxuyaniya xwe de bi taybetî li ser du xalên girîng rawestiya, Daxwaza Saziyeke Fermî. Platformê daxwaza xwe ya damezrandina Saziya Zimanê Kurdî di bin banê parlamentoya Tirkiyeyê de anî ziman. Ev yek wek gaveke girîng a fermîkirina zimanê Kurdî tê dîtin.

Li gorî Cizîrî, rewşa zimanê Kurdî li bakurê Kurdistanê her ku diçe xirabtir dibe. Wî destnîşan kir ku gelek Kurd ji çand û zimanê xwe dûr ketine û di jiyana rojane û siyasî de bikaranîna zimanê Kurdî kêm bûye. Cizîrî hişyarî da ku heke ev rewş bidome, dê encamên wê yên neyînî li ser civaka Kurd hîn zêdetir bibin.

Çareserî û Pêşniyar: Platformê çend pêşniyarên girîng pêşkêş kirin:

  • Divê partî û saziyên siyasî xebatên xwe bi Kurdî bikin
  • Serok, şaredar û parlamenter divê bi Kurdî baş bizanibin
  • Zanebûna zimanê Kurdî di karên siyasî û civakî de bibe pîvaneke bingehîn.

Di dawiya daxuyaniyê de Cizîrî bal kişand ser girîngiya yekrêziya Kurdan di warê ziman de û got: "Zimanê Kurdî hebûn, nasname û taca serê Kurdan e!"Ev panel, di demeke ku mafên zimanî yên Kurdan li Tirkiyeyê hîn jî nayên naskirin de, wek hewldaneke girîng a parastina zimanê Kurdî tê nirxandin.

XELAT/Rupela Bayram Bozyel