Dibistanên Qubehan û Goristana Sultanan a li Amediyê
Dagirkerên Kurdistanê ti bermahiyên dêrîn ji Kurdistanê re nehiştine û yên mayî jî bê xwedaniyê û xemsarî tune dibin.
Medreseya Qubahan û Goristana Sultanan a Amediyê, tirba Sultan Hesen Welî jî tê de ye.
Ew li hêviya nûkirin û nûjenkirinê ne, tevî sozên nûjenkirinê, ku dê bi awayê herî baş bê nûjenkirin. Lê ne baran û ne jî xwaza nikare wan rawestîne.
Nivîskarek gazinan dike ku ev şûnwar bê xwedî mane. Îsmaîl Badî pirtûka “Dibistana Qubahan… rola wê di pêşvebirina wêjeya kilasîk a Kurdî de), dibêje ku medreseya qubehan yek ji girîngtirîn dibistanên olî yên li devera Amêdiyê ye ku, xelk li zanînê digeriyan. Tê bawer kirin ku ji ber ku mirovê jîr, zana û navdar hebûne, wergirtina makezagona melatiyê ji vê mektebê cihê baweriyê bûye. Ji bo cihên arkeolojîk û ji bo ku mirov serdana wan bikin dê çêtir ba, rêveberiya a Arkeolojiyê dikaribû wekî dahatekê jê sûd werbigire.”
Têkildarî şûnwarên din ên herêma Amediyê jî Badî wiha got:
“Goristana Siltanên Amêdî bi rastî bê xwedî ye, mixabin ku avaker û damezrênerê Mîrgahê û Medresa Qubahan û gora hevjîna wî Rewşan Xanê jî her yek ji wan di bin qubehekê de ne li gel çend goristanên dîtir.
Îsmaîl Badî da zanîn ku heta niha tiştên baş li ser herdu cihan hatine nivîsîn lê mixabin weku pêwîst xizmet û nujenkirina wan nehatine kirin.

XELAT/ Kurdistanî Nwê
